Dr. Zakîra Hekmat ya Afgan: Jin naxwazin vegerin 20 sal berê 2021-08-20 11:37:42   Oznur Deger   ENQERE - Bijîşka efgan Zakira Hekmat, da zanîn ku jinên efanî naxwazin vegerin 20 sal beriya niha û got: "Niha çi be serê me ne diyar e. Li vir mirov di nav tirsê dijîn. Efganî êdî naxwazin di nav şer û rewşeke nediyar de bijîn."    Piştî Kuleyên li Eyalata New York a DYA di 11’ê îlona 2001'ê de ji aliyê El Kaîdeyê ve hatin bombekirin şûnde, DYA’yê di bin kampanya "Bi terorîzmê re şer" ku hemû welatên NATO têde cih girt, ket Afganîstanê di bin bandora El Qaîdeyê de bû û di bin rêveberiya Talîban de bû. Piştî şerê DYA’yê da destpêkirin Talîban ji rêberiyê ket. DYA ku 20 sal in li Afganîstanê hebûna leşkerî didomand, di 20’ê çile de li paytexta Doha a Katarê bi Talîban re "Peymana Doha" îmze kir û ji welat vekişiya.   Piştî 20 salan rêveberî dîsa ket destê Talîban û jin li ser vê ketin fikarê. Du jin ji aliyê leşkerên talîban ve hatin qetilkirin. Damezrînera Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Penaberên Afgan Dr Zakîra Hekmat derbarê geşedanên li Afganîstanê û rewşa jinên li wir de axivî.   ‘Her kes aştiyê dixwaze’   Zakîra diyar kir ku navbera 1996 û 200’ê de rejîma Talîban serdest bûye û di 2001’ê de hêzên DYA û NATO hatine Afganîstanê û got: “Bi vê re dawî li hikûmetê anîn. Piştre hikûmet û komarek bo demekê anîn. Talîban wê demê ji holê rabû lê bi giştî tune nebû. Li herêmên cuda operasyonan berdewam kir. 40 sal in li Afganîstanê şer didome û êdî kes şer naxwaze. Mehek berê Talîban operasyonên ewil li gund, bajarok û navçeyên dûr da destpêkirin. Berxwedana gel hebû. Ji ber vê divê artêşê jî ber xwe bida lê bi ser neketin. Her kes aştiyê dixwaze.”   ‘Piştî 2001’ê gelek tişt guherî’   Zakîra daxuyakirin ku piştî 2001’ê gelek tişt li welat guheriye û got: “Berê ne pêkan bû zarokên keç biçin dibistanê. Mafê jinan tunebûn. Piştre hikûmetê hinek qanûnên fermî derxistin. Di 2009’an de ‘Qanûna li Hember Şîdeta li ser Jinan’ derxistin. Jin êdî tevlî jiyana civakî bûn. Heta karkerî ava dikirin. Mirovan ji bo mafên xwe têkoşîn dida. Heta serokatiyê jî jin hebûn. Jin bûn wezîr û parlamenter. Ev geşedanên girîng in. Biryara vekişîna DYA berê hatibû girtin lê di carekê de ji Afganîstanê vekişîn. Ji vir şûnde ewlehiya Afganîstanê wê çawabe ne diyare. Gelê Afgan şok bû. Talîban welat girt û vegeriya 20 sal berê. Talîban dibêje wê biguhere lê gel erênî nanêre. Jiyanek ne zelal li wir heye.”   ‘Jin di tirs û fikarê de ne’   Zakîra her wiha daxuyakirin ku hikûmeta Jou Bîden ji bo hevdîtinan raste rast bi Talîban re hevdîtin kiriye, bi hikûmetê re nekiriye û wiha dirêjî dayê: “Ev şaşiyeke, divê bi hikûmetê re jî hevdîtin bikirana. Lê piştperdeyan çi bû nayê zanîn. DYA dema hat Afganîstanê got ez li welat ewlehiyê ava dikim. Lê niha hinek pêşketin hene. Piştî Afganîstan dîsa ket destê Talîban ne tenê Afgan hemû cîhan matmayî man. Jin ji ber tecrubeyên berê di fikarê de ne. Niha dişopînin lê dipên ku wê çi biguhere. Dipên ku ka ‘Talîban guheriye an na’. Ji ber ku nerm diaxive. Niha kes bi fikar temaşe dike.”   ‘Sê rojan bêdengî serdest bû’   Zakîra bi lêv kir ku li Kabîlê 3 rojan bêdengî serdest bûye û ev tişt bi lêv kir: “Duh hinek serhildan hebûn. Mirov derketin derve. Îro hinek din baş e. Mirov ditirsin. Bi taybet jin dibêjin ‘Ji ber kurkayên me tune em nikarin derkevin derve. Ji ber nayê zanîn wê çi bê serê me’. Berê li ser jinan her cureyê şîdetê hebû. Tenê nikaribûn derkevin derve. Ji ber vê mirov bi fikarin. Tirkiye bi Afganîstanê re bi sedsalan berê ye têkiliyeke wan ya dîrokî kevneşopî heye. Li Afganîstanê cihê Tirkiyeyê cuda ye. Daxuyaniya berdevkê Talîban ji aliyê Tirkiye û gelek welatên din ve erênî hat nirxandin. Bêguman navbeynkarî niha girîng e. Talîban Afganîstan girtiye dest û gotiye hinek mafan didin. Lê ji bo vê divê dewlet jî bikevin dewrê. Ne tenê Tirkiye divê siyasetmedarên gelek welatan bi Talîban re hevdîtinan bikin.”   ‘Jin naxwazin biçin 20 sal berê’   Zakîra balkişand ser xetereyên ku jin pê re bên rû hev û wiha daxuyand: “Efûya giştî anîn. Heta berdevkê Talîban got ‘Me hemû polîs, leşker û hêzên ewlehiyê yên li hember me efû kiriye’. Lê em dibînin ku ev efû ji bo herkesî ne derbasdare. Mînak li Celalabad du jin hatin qetilkirin. Li Kandehar navê kawşaxekê guhertin û navê lîderê xwe lê danîn. Li Mazari Şerî yekane jina seroke û li eniyê ye. Sakîna Mezari ketibû dest Talîban. Çend roj derbas bû hîna agahî tune. Em nizanin dijî an na. Ger efûya giştî hatibe çima nayê berdan. Jinên Afgan naxwazin biçin 20 sal berê. Ji ber karîyera wan heye. Akademîsye nin, mamoste ne. Jinên razemenî kirine hene. Hunermend hene. Yên diçin zanîngehê hene. Ev hemû naxwazin mafê xwe winda bikin. Niha li hinek bajaran bi taybet li Kabîlê berxwedan heye. Dibêjin ‘em li dijî Talîbanin em mafên xwe nadin.’ Bi kurtasî jin naxwazin destkeftiyên xwe winda bikin.”