Êrişên li Şengal û Zirganê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin 2021-08-19 14:49:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê û Hesekê bi pêşengiya jinan meşên girseyî û li Şehbayê jî bi daxuyaniyeke girseyî êrişên li hemberî Şengal û Zirganê hat şermezarkirin.    Li dijî êrişên li hemberî Şengalê û di heman wextê de ser xeta Zirganê pêk hatî li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan tê şermezarkirin. Li Kobanê û Hesekê bi pêşengiya jinan meşên girseyî hatin li darxistin û li Şehbayê jî daxuyanî hat dayîn.   Li Kobanê meş hat lidarxistin    Bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên bejayî û hewayî li ser Şengal û Zirganê meşek li darxistin. Bi sedan welatiyên Kobanê beşdarî meşê bûn, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankertên bi nivîsa "Bimre Îxanet, bimre faşîzim", "Na ji îxanetê re na ji dagirkeriyê re" û "Zirgan û Şengal cêwîkê terora Tirkan e" hildan. Meş ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û li Qada Jina Azad bi dawî bû.    Li dijî êrişan li Hesekê meş   Bi pêşengtiya Meclîsa bajarê Hesekê meşek bi wesîleya şermezarkirina êrîşa li ser Zirgan, gundewarê Til Temir û Şengalê, li dar xist. Di meşê de bi sedan welatiyên navçe û navenda Hesekê ji hemû pêkhateyên wê kurd, ereb û suryan amade bûn. Di meşê de pankartên bi nivîs "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, doh DAIŞ bû îro jî dewleta Tirk e, na ji îxanetê re” hilgirtin. Meş li ber şaredariya gel a Taxa Giwêran des pê kir ta ber navenda Hêzên Kiwalisyonê dom kir.    Li Şehbayê daxuyanî hat dayîn    Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Zirgan û Şengalê, Kongreya Star a herêma Efrînê li parka navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Kongreya Star a herêma Efrîn, Meclîsa jina azad a Şehbayê û jinên Kantona Efrînê amade bûn û alên Kongreya Star û Meclîsa jina azad a Şehbayê hildan.    Êrişa li Şengalê li Minbicê hat şermezarkirin    Kombûna Jinên Zenobiya a bajarê Minbicê jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên 16 û 17'ê tebaxê li ser Şengal hatî kirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Jinan di daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: "Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbic û gundewarên wê em sûcên ku dewleta Tirk li dijî hemû gelan nexasim komkujiya dawî ku balafirên wê li Şengalê pêk anî û di encamê dejin û zarok hatin qetilkirin şermezar dikin. Kiryar û sûcên bi vî awayî ne cara yekemîne têne kirin. Ev sûc dûbare dibin û sûcên dermirovî ne. Hemû pîvan û qanûnên navneteweyî her wiha yên girêdayî mafên mirovan, jin û zarokan, binpê dike.  Em bang li her mirovên azadîxwaz, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku der barê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne gotina rastiyê bêjin û helwesta xwe diyar bikin, sînorekî ji binpêkirinan re dayinin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin."