Çalakvanên Mexmûrê: Ji bo azadiyê kedek mezin divê 2021-08-19 14:45:27     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, bi koma 123’yan di roja 245’an de berdewam dike. Jinên ku hatin serdana çalakiyê gotin: "Heke baweriya me xurt be em ê bê guman bigihin serkeftinê û dê serkeftin ya me be."    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku bi awayek biryardar berdewam dike bi koma 213’yan 245 roj in didome. Çalakiya greva birçîbûnê ku hatiye destpêkirin her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin.    'Em êrişa li hemberî Şengalê şermezar dikin'   Di merasîma seredanê de li ser navê girseya gel Silêman Ziravikî çalakvanan silav kir û got: “Çalakiya hatiye destpêkirin gelek giranbiya bi nirxe. Em di wê hêviyêdene ku em ê di çalakiya xwe de serbikevin. Ev rih rihê fermandarê mezin rêheval Mazlum Dogan, rihê 14’ê Tîrmehê ye û bi ruhê têkoşêr Leyla Guvene. Ev rih bi me re dijî. Ji ber vê yekê em ê bi ser kevin. Weke Gelê Kurd em li hember dijminekê ku xudayê wê nîne, bê dîn û bê îman şer dikin. Du rojan ser hev li hember gelê me yê Şengalê êrişê hewayî pêk hat ji hêla dewleta faşîst ya tirk de em vê êrişê şermezar dikin û em bi gelê xwe yê Şengalê ne re.”   'Ji bo Kurdistaneke azad kedek mezin divê'   Ser navê koma çalakvanan jî Ferqîn Kara xêr hatina girseya gel kir û gotinên xwe wiha domand; “Pêvajoya ku em di nava wê de derbas dibin ji me hemûyan kedek mezin dixwaze. Ji bo ku em bigihijin armancê xwe û rêberê xwe di nava xwe dibibînin em her cure ked bidin. Ji bo ku em di Kurdistanek azad de bi rêberê xwe re jiyan bikin.”