HDP’yî li Elkê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' hatin pêşwazikirin 2021-08-19 14:18:52     ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de li Elkê serdana esnafan kir û civîna gel li dar xist. Di bernameyan de banga tevlîbûna hevdîtina ku li Şirnexê bê lidarxistin hat kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de li navçeya Elkê ya Şirnexê serdana esnafan kir û piştre jî civîna gel pêk anî. Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlamenter Fatma Kurtalan, Nuran Îmîr û Hûseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêvebirên navend û navçeyan tevlî bernameyê bû.    Girseya HDP’ê li gundê Melêsê ya Elkê ji aliyê gel ve bi def û zirnê hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê girse, ber bi navçeyê ve kete rê û li vir jî bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin.    Her wiha ev girse bi def û zirnê, bi dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana zindanan” serdana esnafan kirin. Di serdana esnafan de banga tevlîbûna hevdîtina ku di 21’ê tebaxê de li Şirnexê pêk bê hat kirin. Girse piştî serdanê derbasî Parqa Şaredariyê bû û li vir civîna gel hat lidarxist. Di civînê de Tayîp Temel axivî.    Tayîp, desnîşan kir ku li hemberî Gelê Kurd û HDP’ê êrîş zêde bûne û got: “Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê êrîş û komkûjî pêk tên. Li dijî partiya me êrîş tên kirin û dixwazin bigirin. Lê belê gelê me xwedî partiya xwe derdikeve. Me carekedin dît ku gelê me xwedî partiyê derdikeve. Li dijî êrîş û komkûjiyan jî dev ji xwedî derketinê bernadin. Gelê Botanê tim li ser nigane û li dijî êrîşan li ber xwe dide. Em ê teqez bi ser kevin. Ev têkoşîn dê bigihîje armanca xwe.”   Piştî axaftinan bernameya li Elkê bi dawî bû.