Parêzvanên Mafê Mirovan ên Meksîkayê xwest endamên RJAK’ê bên berdan 2021-08-19 13:00:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Sivîl a Mafên Mirovan ya Bakur Rojhilatê Meksîkayê, girtina sê endamên RJAK’ê şermezar kir û got: "Em ji tendûristî û rewşa van her sê hevalan bi fikarin û bang dikin, di demeke herî nêzîk de serbest bên berdan."   Komîsyona Sivîl a Mafê Mirovan ya Bakur Rojhilatê Meksîkayê li ser girtina 3 endamên Rêxistina Jinê ya Azad a Kurdistanê (RJAK) ji aliyê PDK’ê ve peyameke piştgiriyê bo RJAK’ê şand. Di peyama piştgiriyê de pêkanînên PDK’ê yên dijî jinan û Gelê Kurd tê şermezarkirin û banga serbestberdana çalakvanên jin hate kirin.   Naveroka peyamê wiha ye: "Wekî Komîsyona Sivîl a Mafên Mirovan ya Bakurrojhilatê Meksîkayê, em jî mîna gelek rêxistinan banga serbestberdana  sê hevalan  Xewla Mihemed Hisên, Ciwana Edbuldaqî û Seyrana Ehmed Hesen dikin.   Em dizanin ku Kurdistana Iraqê dibin êrîşa PDK’ê ya bi hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê de jiyan dike. Em agahdarbûn ku 3 jinên RJAK’î dema ji merasîma salvegera komkujiya Şengalê ya dijî Êzidiyan vedigeriyan, ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Iraqê ve hatine binçavkirin.   Jinên kurd ne tenê li dijî siyaset û komkujiyên desthilatên sermayedar li berxwe didin, li dijî baviksalariyê jî bi avakirina hevjiyana azad û xweparastinê li berxwe didin. Jinên kurd ji bo jiyaneke wekhev û rêzdariya li hember xwezayê jî têkoşîn dike.   Ji ber vê em ji tendûristî û rewşa van her sê hevalan bi fikarin û bang dikin, di demeke herî nêzîk de serbest bên berdan."