Dayikên Aştiyê li dijî êrişên li Şengalê banga yekitiyê kirin 2021-08-19 10:30:44     AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê bertek nîşanî bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişen li ser Şengalê dan û gotin: "Cîhan li hemberî êrişên li ser Şengalê kor û ker bûye û heke em li hemberî êrişan nebin yek em ê têk biçin."   Di 16'ê tebaxê de Arteşa Tirk bi balafirên şer êriş bir ser Sûka Kevin a navenda Şengalê û di encama êrîşê de Fermandarê YBŞ Seîd Hesen û Şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî bîrindar bû. Di 17'ê tebaxê de dîsa Arteşa Tirk bi balafirên şer êriş bir ser Nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê. Di encama êrişê de 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên nexweş jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.    Ligel bertek û nerazîbûnan jî hikûmeta Iraqê û ya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî êrîşa ku pêk hatî de bêdeng in. Derbarê mijarê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê nêrînê xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin'   Havva Kiran, di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya Barzanî û got: "Serê ewîlê DAIŞ'ê şandin û jin û zarok hatin revandin. Niha jî dewleta tirk êriş dike. Heke Barzanî destûr nede ev tişt pêk nayên. Êzidî bi salan ne ji bo ser piyan bimînin têdikoşin. Barzanî ji bo berjewendiyên xwe li hemberî êrişên li ser Şengal û Rojava bêdeng dimîne. Şengala ku li ser axa te ye ji hêla Tirkiyeyê ve tê bombekirin û li ver vê tu dibêjî 'Ez kurd im'. Me zarokên xwe ji bo te neaniye dinê. Tu me bi zarokên me tehdît diki. Ez li vir banga yekitiyê dikim û heke em nebin yek em ê têk biçin."   'Tevahiya cîhan li hemberî êzidiyan bêdeng in'   Kudret Eryilmaz jî diyar kir ku heta niha civaka êzidî bi 73 fermanan re rûbirû mane û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li hemberî fermanên ku pêk hatî mirovên ku parastina mafên mirovan dikin û bi taybetî hemû cîhan bêdeng in. Nexweşxaneyek hat bombekirin û hêj jî bêdengiyek heye û hiqûqa şer de jî êrişa li hemberî nexweşxaneyan nîne. Ez bang li tevahiya cîhanê dikim, dibêjim destê xwe daynîn ser wijdana xwe û piştrgiyê bidin Şengalê. Mirovahî ketiye bindestan. Çi dikin bila bikin nikarin êzidiyan têk bibin, bi êrişan bêtir êzidî xwedî li nasnameya xwe derdikevin."   'Çima cîhan dengê dayikan nabhise?'    Raîfe Ozbay, destnîşan kir ku zilma ku pêk tê li tu deverê cîhanê nîne û wiha bi lêv kir: "Li ku hatiye dîtin ku nexweşxane hatiye bombekirin! Mafê tu kesî nîne ku Şengalê bombe bike. Cîhan çima dengê dayikan nabhise? Cîhan cima kor û ker e. Çend destmê me naghije wan jî dilê me bi wan re ye. Em carek din dewleta tirk şermezar dikin."