Piştgiriya ji bo girtiyan didome: Bila daxwazên girtiyan bê qebûlkirin 2021-08-19 09:02:39     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Malbatên girtiyan, diyar kirin ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin û bang li hikûmetê kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin.   Di 27'ê Mijdara 2020'an de li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, girtî ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger û grev 266 roj in didome. Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya ku di girtîgehan de destpê kiriye berdewam dike. Malbatên girtiyan derbarê rewşa girtiyan û daxwazên girtiyan de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    Du zarokên wê girtîne   Nermiye Îverendî ku du zarokên wê di girtîgehên cuda de tên girtin, diyar kir ku kurê wê Abdurrahman Îverendî yê 13 sal ceza lê hatiy birîn, 9 sal in girtiye û di nav 8 salan de jî 5 caran hatiye sirgunkirin û ev tişt got: “Kurê min li Mêrdînê hat girtin û ji wê şandin Îzmîrê salek û 6 meh li girtîgeha Îzmîrê  ma.  Ji Îzmîrê jî dîsa sirgûnî Şirnexê hat kirin û li wir jî 6 meh ma. Ji wir jî piştre sirgûnê Gûmûşhaneyê kirin û herî dawî jî ew şandin Girtîgeha Panosa Agiriyê. Di girtîgeha Patnosê de jî niha rewşa wan nebaşe. Zarokên me li wê derê nexweş dikevin wan nabin nexweşxaneyê. Ji bo ku wan bibin nexweşxaneyê daxwaznameyên ku nivîsîne nayên qebûl kirin. Rojnameyan nadin wan, pirtûk û radyo ji wan girtin. Nexweşiyên kurê min Abdurahman yên  cuda hene. Qeza derbas kiribû û niha bi gopal dimeşe. Kurê min Botan Îverendî jî niha li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê girtin. Botanê min jî ev 5 sal in girtî ye. Gelek nexweşiyên kurê min jî hene. Niha kurê min hem nexweşiya wî ya mîdeyê heye, nebesiya gurçikan dikişîne û demarek serê wî jî xitîmiye.”   ‘Tecrîda giran li ser girtiyan tê meşandin’   Nermiye, balkişand ser gef û zextên li ser girtîgehan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ser koxuşên wan de tên girtin û lêgerîn tên kirin. Pirtûk û rojname nadin wan. Dest danîne ser cil û bergen wan ên zêde. Roj bi roj zilm û gefa ser girtiyan zêde dibin. Bila gelê me li hemberî vî zilmê bêdeng nemîne. Zarokên me nexweşin wan zû bi zû nabin nexweşxaneyê. Dema ku dibin kelepçe dikin. Kurê min Abdurrahman derman bikartîne. Dema dermanê wî xilas dibe dixwaze. Lê belê carna bi hefteyan carna jî mehek şûnde dermanê wî didin. Ew çi bixwazin nadin wan. Tecrîdek giran li ser girtiyan tê meşandin. Her du kurê min jî ji ber ku nexweşin hevalên girtî destûrê nedan ku bikevin greva birçîbûnê. Lê belê ew hemû zarokên min in. Li ser girtiyan demên dawiyê de gef zêdetir bûne. Li dijî zilma dewletê û tecrîdê zarokên me neçar dibînin bedena xwe didin ber birçîbûnê.”   ‘Li dijî  bêhiqûqiyê rabin ser piyan’   Nermiye, berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan dest pê kiriye silav kir û wiha domand: “Li dijî tecrîdê û bêhiqûqiyê bila gelê me rabin ser piyan. Beriya ku rewşa girtîgehan giran bibe em deng bidin girtiyan. Bila hikûmet vê tecrîdê rake. Ji xwe zarokên me nexweşin. Ew çi ji zarokên me dixwazin. Çima daxwaziya zarokên me bi cih naynin. Em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze derkevin. Vî şerê bi tenê serok dikare çareser bike. Ji ber vî yekê ye ku divê demildest tecrît bê rakirin. Piştî ku tecrîd giran bû li Tirkiye û Kurdistanê şer zêdetir bû. Li bajaran zarokên me hatin kuştin û girtin. Me şerê Cizîr, Silopî û Şirnexê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin jî. Vê şerê bi tenê serok dikare bi de rawestandin. Ji ber vê jî demildest dawî vê tecrîdê bînin. Dema ku tecrîda li ser Rêber bê rakirin wê demê tecrîda ser girtiyan û Gelê Tirkiyê jî wê bê rakirin. Li hemberî grevên birçîbûnê bila gelê me bêdeng nemîne. Ji bo serok û girtiyan bila gelê me rabin ser piyan. Em dengê xwe bilind bikin ku bila daxwaziya zarokên me bi cih bê. Ger ku daxwaziya zarokên me bi cih neyê dê dîsa cenaze ji girtîgehan derbikevin. Em naxwazin ev tişt dîsa bibe.”   ‘Ji bo hevdîtina telefonê ceza’   Girtiya nexweş Tenzîle Acar (23) a ku di 2017'an de li Stenbolê hat binçavkirin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li girtîgehê teşhîsa Hepatît B lê hatibû danîn. Tenzîle ya ku ji gewriya wê xwîn hat û rakirin nexweşxaneyê, piştî lêkolîna hat kirin derketibû holê ku bi nexweşiya weremê ketiye. Dayika wê Rasmiye Acar jî bal kişand ser rewşa keça xwe û ev tiştan anî ziman: “16 sal ceza dane keça min. Nexweşiya keça min her ku diçe pêşve diçe. Ev mehek zêdetire ez bi keça xwe re neaxivîme. Dema serok bi malbata xwe re 4 deqeyan axivî wan jî ev rewş boykot kir û wê jî 4 deqeyan bi me re axivî. Piştî vî yekê rêvebiriya girtîgehê cezayê hevdîtinê ya bi telefonê daye girtiyan. Ji ber vê jî ev mehek zêdetire ez pê re neaxivîme. Ez nizanim ku rewşa keça min çawaye. Ji ber tendûristiya wê ez bifikarim. Zarokên me nexweşin û di girtîgehan de zilm û zordarî li wan tê kirin. Em ji ber rewşa wan di nava fikaran de ne. Bila dawî van cezayan bînin. Zarokên me nabin nexweşxaneyê û dermanê wan nadin. Hikûmet dixwaze ku zarokên me bimirin. Dema dibin jî kelepçe dikin û dibin. Zarokên me jî vî tiştê qebûl nakin û dermankirinê ret dikin. Ji ber ev zilm û qedexeyên wan çi bi zarokên me bê jî agahiya me jê çênabe.  Rewşa zarokên me girane. Bila wan berdin ku bêm dermankirin.”   ‘Divê tu kes bêdeng nebîne’   Rasmiye, balkişand ser bêdengiya hikûmetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewletek hovane heye. Dermankirin û daxwaziya zarokên me bicih naynin. Ji ber vî jî zarokên me bedena xwe dane ber birçîbûnê. Mirovahî û hiqûqa hikûmeta AKP’ê tuneye. Zarokên me dibêjin heta serok azad nebe em jî azad nabin. Lewra ev çalakiyê dane destpêkirin û didomînin. Em jî wek malbatên girtiyan piştgiriyê didin vê çalakiyê. Divê gelê me rabe ser piyan û bêdeng nemîne. Bi taybetî jî divê dayik. Di vê pêvajoyê de divê dîsa dayik bibin pêşeng. Em tecrîda ser serok jî şermezar dikin û qebûl nakin. Bila demildest dawî li tecrîdê bînin û daxwaziya zarokên me bi cih bînin. Em dixwazin demek nêzde bila bi Serok re hevdîtin bên kirin û malbata wî biçe cem wî. Em ji ber rewşa Serok bifikarin. Em êdî jiyanek azad û wekhev dixwazin. Her wiha  li ser zarokên me jî tecrîdek giran tê meşandin. Divê tu kes bêdeng nemîne.”