Di civîna gel a Hezexê de Fatma Kurtalan: Em serî natewînin 2021-08-18 19:50:33   ŞIRNEX - HDP'ê di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê' de li Hezexê civîna gel li dar xist û serdana esnafan kir. Parlamenter Fatma Kurtalan di civînê de got: “Têkoşîna me dê bigihîje armanca xwe. Di encama têkoşînê de dê demokrasî û azadî pêk bê”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” li eywana navçeya Hezexa Şirnexê civîna gel li dar xist. Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtalan, parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û Hûseyîn Kaçmaz, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî civîna gel bûn.     ‘Divê em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin’   Bername piştî deqeyek rêzgirtinê, bi axaftina parlamenter Fatma Kurtalan destpê kir û Fatma, destnîşan kir ku di dema qedexeya derketina li kolanan de ser axa Kurdistanê têkoşînek mezin hatiye dayîn û got: “Di salên dawiyê de kampanyayên ‘Ji bo hemû kesan edalet’, ‘Dema azadiyê’ û gelek kampanyayên din hatin lidarxist. Li dijî zilm û zordariyan me têkoşîn û berxwedana xwe mezin kir. Li dijî êrîşên li hemberî partiya me divê tu kes bêdeng nebe û di malên xwe de nebin. Divê em bi hev re têkoşîna xwe mezintir bikin. Em hertim li qadan bi eleqeyeke mezin tên pêşwazikirin. Me carekedin dît ku li dijî hemû zordestî û gefan gelê me serî netewandiye û natewîne jî. Hejmara me her roj zêdetir dibe. Em ê tu carî serî netewînin. Em dibêjin ku ev têkoşîn heta dawiyê berdewam bike. Têkoşîna me dê bigihîje armanca xwe. Di encama têkoşînê de dê demokrasî û azadî pêk bê”   ‘Dixwazin Gelê Kurd bê serok bihêlin’   Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî diyar kir ku ji bo azadî û demokrasiyê bedelên gelek mezin dane û wiha axivî: “Li Nisêbînê, Hezexê, Cizîr, Şirnexê, Gever û Amedê ew birînên ku di kesayeta me de çêbûye bi ked û destên xwe derman bikin. Her wiha heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin azadiya Gelê Kurd nabe mijara rojevê. Kengî komkûjî dest pê kir û kengî bajar hatin şewitandin wê demê tecrîta li ser Rêzdar Ocalan meşandin. Ji bo Gelê Kurd rakirina tecrîd tê wateya hebûn û nebûnê.  Mesele rêberek gelan e. Dixwazin Gelê Kurd bê serok bihêlin. Ev kampanya jî ji bo wê ye.”   Piştî civînê, şande bi girseyî serdana esnafan kir. Di serdana esnafan de HDP’yî ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, bi çepik, tilîlî û dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” hat berzkirin.