Amadekariyên hevdîtina gel a 'Dema azadiyê' li Sêrtê didomin 2021-08-18 15:33:52     SÊRT - Amadekariyên hevdîtina gel a “Dema azadiyê”, li navçe û navenda Sêrtê didomin. Hevdîtina gel dê di 20'ê tebaxê de pêk bê.   Xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ji bo hevdîtina gel a li Sêrtê ku di çarçoveya “Dema azadiyê" de were lidarxistin, didomin. Hevdîtina ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mîthat Sancar dê beşdar bibin, wê di 20’ê tebaxê de saet di 16.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr pêk bê.    Beriya hevdîtinê bi tevlîbûna parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Siddik Taş û rêveberên HDP’ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Yûsûf Batûr, bal kişand ser tecrîda ser gelan û wiha got: “Ji bo ku tecrîd, nijadperestî, faşîzm û fikarin aboriyê bi dawî bibin em di hevdîtinê de cihê xwe bigirin û li qadê berteka xwe nîşan bidin.”    Parlamneter Siddik Taş jî diyar kir ku li dijî faşîzm, tecrîd, binçavkirin û girtinan li qadan hevdîtinan li dar dixin û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re li gund, tax, bajarok û navçeyan werin gelhev û vexwînin hevdîtinê. Dema em bi gelê xwe re hatin gelhev em ê daxwaz û pêşniyarên wan jî guhdar bikin.”    Piştî axaftinên hatin kirin parlementerê HDP’ê Siddik Taş li Sîteya Pîşesaziyê û Remziye Tosûn li navçeya Dihê, Necdet Îpekyuz li navçeya Misircê, Îmam Taşçier jî li navçeya Baykanê serdana esnafan kir û banga tevlîbûna hevdîtinê kirin.