Ji sazî û rêxistinên jinan ên Amedê ji bo jinên efgan bangewazî 2021-08-18 15:08:42     AMED - Sazî û rêxistinên jinan ên li Amedê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser rewşa jin û zarokên efgan û gotin: "Em jin û zarokên efganî bi tenê nahelin."   Sazî û rêxistinên jinan ên li Amedê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser rewşa jinên efganî û bangawaziyên hişyariyê kirin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî ku Talîban li Efganistanê serdestiya xwe îlan kir, destkeftiyên 20 salan ên jinên efgan ket xeterê. Qanûnên şerîatê yên Talîbanê dê jiyana jinan tehdît dike û dê bi cezayên giran re rûbirû bimînin. Bi rêya çapemenî û medyaya dijîtal aktîvîst, siyasetmedar û hunermend bangewaziyan dikin û rewşa xeter tînin ziman.    Jin, zarok û LGBTI+ bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Fihuş li wan tê ferzkirin û bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Mafê jiyan, perwerdê, siyaset, çalakî, meş hwd her roj yek bi yek dê ji holê bên rakirin. Her wiha ji bo koçber û penaberan jî rewş xeter e û ji ber ku li cihên ku diçin bi cudakarî û êrîşên nîjadî re rûbirû dimînin.    Em bang li civakê dikin ku li hemberî rewşa heyî hişyar bin. Em dibêjin muxatab ne penaber in. Em wekî Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Amedê bang dikin û dibêjin em jin û zarokên efganî tenê nehêlin li hemberî Talîbanê."   Saziyên ku daxuyanî dan: Tora Têkoşîna Li Dijî Şîdetê ya Amedê, Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên LGBTÎ+ ya Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komîsyona Tendûristiya Jinan a Bijîşkên jin ên Odeya Tabiban a Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê, SHU-DER a Şaxa Amedê, Komîsyona Jinan a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê, Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê, Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê (DAKAH-DER) û DERMEZ.