Balafirên şer xelkê ku bi hawara birîndaran ve çûn hedef girt 2021-08-17 15:34:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirk li nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya dikeve başûrê çiyayê Şengalê xistin. Piştî êrîşê xelkê ku bi hawara birîndar ve çûn jî bûn hedef û niha ji ber êrîşan kes nikare nêzî nexweşxaneyê bibe.   Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Sikêniyê ya Şengalê nexweşxane bomberdûman kir. Xelkê ku çûn hawara birîndaran bûn hedefa êrîşên balafiran û kes nikare nêzî nexweşxaneyê bibe