Hat îdiakirina ku zaroka 15 salî ji qata 3’yemîn ket xwarê 2021-08-17 12:32:12     WAN - Li navçeya Artemêt a Wanê, zaroka 15 salî R.K. ji pencereya mala Ûgûr A. ket xwarê. Hat diyarkirin ku Ûgûr A. zarok dehf daye. Ûgûr A. hat binçavkirin û R.K. a rakirin nexweşxanê, talûkeya jiyana wê dewam dike.    Li navçeya Artemêt a Wanê, zaroka 15 salî R.K. ji pencereya mala 3 qat ket xwarê û bi girîna birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin girtin, R.K. çû mala Ûgûr A. ya li xaniyên TOKÎ bû. R.K. piştî demekê ji pencereya qata 3’yemîn a mala Ugur de ket xwarê.  R.K. a rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêma Wanê, di beşa lênêrîna awarte de, tê dermankirin. Hat diyarkirin ku talûkeya jiyana R.K. dewam dike.   Bavê zaroka 15 salî Şemsettîn K., îdîa kir ku Ûgûr A. keçawî ji pencerê avêtiye xwarê. Şemsettîn K., diyar kir ku vî kesî di berê de keça wî xapandiye û wiha got: “Vî kesî bi zorê keça min fêrî tiryakê kir. Piştî ku keça min hat dermankirin, dev jî tiryakê berda. Lê Ûgûr A., keça min rehet berneda. Keça min hîna li cihê bûyerê li ser hişê xwe bûye, ji polîsan re gotiye ku Ûgûr A. ew ji pencerê avêtiye. Ev kes niha dibin çavan de ye. Talûkeya jiyana keça min dewam dike. Dixwazim kesê ku xwest keça min bikuje, bi awayekê giran bê cezakirin.”