Xelkê Silêmanî îro li dijî êrişan dadikevin qadan 2021-08-17 12:11:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û bi taybetî êrişa duh a li hemberî Şengalê çalakiyeke şermezarkirinê tê lidarxistin. Banga tevlîbûna çalakiyê hat kirin.     Êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Duh balafirên Arteşa Tirk di saet derdora 12.00’an li Sûka Kevn a Şengalê bombe barand. Di encama êrişê fermandarê Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan û 3 kesî bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn.    Li dijî êrişên ku pêk tê îro di saet 16.30'an de li Baxê Giştî ya Silêmaniyeyê çalakiyeke şermezarkirinê tê lidarxistin. Banga tevlîbûna çalakiyê hat kirin.  Amadekarên çalakiyê ragihandin ku wê tevî xelkê Silêmanî êndamên partiyên siyasî û rêxistinan jî tevlî çalakiyê bibin.