Ji bo azadiya endamên RJAK’ê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin 2021-08-17 11:54:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîstên ku parastina mafên jinan dikin û rojnamegerên jin ji bo her sê endam û rêveberên RJAK'ê yên ku hatine binçavkirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Jinan banga tevlîbûna kampanyayê kirin.   Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a Kelekê ve hatin binçavkirin. Ev 10 roj in aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nediyare.   Komek aktivîstên jin û rojnamevan ji bo azadiya endamên RJAK’ê ên ji aliyê PDK’ê vehatine binçavkirin, kampanyayek hat destpêkirin. Li ser navê koma aktivîst û rojnamevanan daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistan, Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman, raya giştî û hemû aliyên pewndîdar hate şandin û belavkirin.   Di daxwaznameyê de wiha tê gotin: “Em ji bo azadiya 3 aktivîstên jin ên RJAK’ê kampanyayek îmzeyan didin destpêkirin. Her kesê xwe berpirs dibîne û dijî tundûtujiyê disekine, bila li binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe bavêje. RJAK rêxistinek fermiye û ji bo hişyariya jinan û civakê kar dike. RJAK dijî tundûtujî, kuştina jinan û dijî dagirkeriyê, ji bo civakek azad û demokrat kar dike.”   Navê aktivîst û rojnamevanên kampanya dane destpêkirin evin: Semîra Nadir, Jîno Reşîd, Elî Mehmud, Newroz Fazil, Kejal Ebdulqadir Şerîf, Şano, Îbrahîm Meto, Lîman Şîwêş, Rubar Yusif, Nadya Îlah, Qeywan Meruf, Tara Mihemed, Şîne Qeredaxî, Bêrîvan Şaho, Sirwe Fayeq, Hunermend Awarexan, Parêzer Çorxan, Lida Weerts, Nêrgiz Rehman, Şîlan Mihemed Mehmud Emîn, Bêrîvan Mihemed, Nermîn Osman Mihemed, Awat Ebdulrehman Resul, Muzefer Ebdula, Mihreban Elî Hisên, Gulale Mihemed û Niyaz Ebdula.