'Nobeta Edaletê' ya malbata Şenyaşar 162 roj in didome 2021-08-17 11:39:50       RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê 162 roj in didome. Malbatê li ser Twîtterê ev peyam da: "Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 162’yemîn de didome. Emîne û Ferît Şenyaşar ên di saetên serê sibê de hatin pêş edliyeyê, li qada ku weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kirin.    Malbatê ku pankarta wêneyê ambûlansa dema Bav Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar tê de bûn êrîş lê hat kirin ser cih girt û nivîsa “Di 14’ê hezîrana 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kurên wî hatin qetilkirin. 3 sal in yek girtî jî nîne! Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo herkesê edalet” ser dinivîsî danî ber bloken beton ên li pêş edliyeyê, têkoşîna xwe ya edaletê ji kesên rêya wan dikeve edliyeyê re vegotin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê bi etîketa #JiBoMalbataŞenyaşarEdalet ev peyam parve kir: “Li dijî daxwaza dayika hevjîn û du kurên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin rayedar bêdeng bûne. Hûn nikarin ji rastiyan û ji berpirsyartiyê birevin.”