'22 sal in li hemberî erdhejê tedbîr nehatin girtin' 2021-08-17 09:23:00     Habîbe Eren   STENBOL - 22 sal ser erdheja Golcukê re derbas bû, seroka TMMOB'ê ya Şaxa Bajarê Mezin a Stenbolê Esîn Koymen, bal kişand ser rewşa herêma Marmarayê û got: "Niha jî rîskek mezin li herêmê heye û divê lez û bez plansaziyeke bê amadekirin."    Li ser erdheja Kocaelî-Golcukê 22 sal derbas bû. Li gorî qeydên fermî hêza erdhejê 7.4 bû. Ev erdhej di dîroka Tirkiyeyê de erdheja herî mezin a duyem bû. Li Stenbol, Bûrsa, Bolu, Eskîşehîr, Kocaelî, Sakarya û Yalovayê gelek kes jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên fermî 18 hezar 373 kesî jiyana xwe ji dest dan û 48 hezar 901 kes jî birîndar bû. Her wiha 5 hezar 840 kesî aqûbeta wan nediyar e.    Seroka Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Şaxa Bajarê Mezin a Stenbolê Esîn Koymen, ji ajansa me re behsa erdheja sala 1999'an kir û bal kişand ser tedbirên ku divê bên girtin.   'Rêzikên esasî pêk nayên'   Esîn, destnîşan kir ku piştî erdheja sala 1999’an xebatên avahîsaziyê û plansaziya bajêr hat kirin lê ev tişt dê bibe sedema kerasetên mezin û got: “Me vê tiştî di lehiyan de dît. Di erdheja 17'ê tebaxa de me asta felaketê dît û îro jî em dibînin ku ne tenê erdhej bûyerên din ên wekî lehî jî dibin sedema felaketan. Plansaziya li bajar û cihên colter li ser esasê rantê êdî teşe digire. Sektora înşaatê ya ku dibe ranta herî mezin dibe sedema pêkneanîna rêzikên esasî. Di merheleya ku hatî de li ser çeman avahî tên çêkirin."   'Îqtîdar berpirsiyariyê nagire ser xwe'   Esîn, da zanîn ku di nava bajêr de hemû qadên vala ji îmarê re hat vekirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji xwe hemû eraziyên vala ji rantê re hat vekirin û her wiha li colteran jî heman tişt hat kirin û îro jî em bi wan kerasetan re rûbirû dimînin. Di sala 2018'an de 'Efuya Îmarê' hat derxistin û bi vê yekê hemû avahiyên qacax mafe girtina belkeyên qeydkirî girtin. Ev tişt bi hewldana Wezareta Bajêr û Derdorê ve hat kirin. Îqtîdar niha jî berpirsiyariya mirinan nagire ser xwe. Tenê daxuyaniyên wekî 'Dê birîna gel bê pêçan' dide. Me îro xeletiyên polîtîkayên ku tên meşandin dît."   'Tedbîr nayên girtin'   Esîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser erdhejê: "Piştî erdheja 1999'an gelek qad ji çêkirina avahiyan re hat vekirin. Nêzî çeman, li ser xeta fay û li cihên hezazê avahî hatin çêkirin. Bi taybetî jî kesên ku zirarê dibînin jî kesên ku rewşa wan ên aboriyê nebaş in. Kesên ku dewlemend li cihên saxlem xwe bi cih kirin lê yên xizan wekî her tim li cihê xwe û li cihên herî xeter de man. Bi taybetî avahiyên cemaweriyê jî ne saxle min û tedbîrên ku divê bihata girtin nehatin girtin. Li nexweşxaneyan pirsgirêkên mezin hene û heman tişt li girtîgehan jî derbas dar e, lê kesek behsa wan nake. Herêmên ku wekî cihên kombûnê hatine nîşandan bûne cihên maşîneyan. Avahiyên ku bi xeter hêj jî nehatine valakirin."   Esîn, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand tiştên ku bê kirin: "Divê ev qadên ku me behs kir demildest bên valakirin. Plansaziyek nû bê kirin. Efuya îmarê ya ku bibe sedema mirina kesan divê bê betalkirin. Li dijî hemû kerasetên ku pêk bên de divê tedbîr bên girtin."