Zaroka ku hat îdiakirin întixar kiriye hat definkirin 2021-08-17 08:17:52     ŞIRNEX - Li Hezexa Şirnexê zaroka 17 salî Adar Adibellî ya ku hat îdiakirin dawî li jiyana xwe aniye li Goristana Şex Hesen hat definkirin.    Li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexa Şirnexê, hat îdîakirin ku zaroka 17 salî ya bi navê Adar Adibellî dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeya Adar ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Duh şev piştî otopsiyê cenazeya Adar li Goristana Şex Hesen hat definkirin.