Nûçegihana me Berîtan Canozer hat berdan 2021-08-16 18:21:31     AMED - Nûçegihana me Berîtan Canozer piştî îfadeya wê ya li emniyetê hat girtin serbest hat berdan.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya dijîtal bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13'yê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana me Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kes binçav kiribûn.    Nûçegihana me Berîtan Canozer piştî ku li emniyetê îfade da serbest hat berdan.