Meral Danîş Beştaş: Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin 2021-08-16 16:54:29     AMED - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan zêde bûne û li Girtîgeha Gîresûnê jî 100 girtî bi koronayê ketine.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên li Girtîgeha Afyonê û Girtîgeha Gîresûnê serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da.    Meral, destnîşan kir ku bi vîrûsa koronayê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û zextên li ser girtiyan jî zêde bûne. Meral, ziman ku li Girtîgeha Afyonê mafên girtiyan tên binpêkirin û girtî li vê girtîgehê bi pêkanînên dijmirovane re rûbirû ne.   Meral, da zanîn ku li Girtîgeha Gîresûnê jî 100 girtî bi koronayê ketine û mafê jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan hatine binpêkirin. Meral ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê xwest ku derbarê van herdu girtîgehan de xebatek pêwîst bide destpêkirin.