Di binçavan de pirsên dubare ji nûçegihana me Berîtan Canozer kirin 2021-08-16 16:48:31     AMED - Îfadegirtina 58 kesên ku li Amedê hatin binçavkirin didomin, ji nûçegihana me Berîtan Canozer pirsên beriya niha di bin çavan de jê hatibûn pirsîn dîsa hatin pirsîn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya dijîtal bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13'yê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana me Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kes binçav kiribûn. Îfadegirtina 58 kesên ku 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de ne didomin.    Ji nûçegihana me Berîtan Canozer a li miduriyeta polîsan îfadeya wê hat wergirtin pirsa bikarînerê medya dîjîtal a bi navê “Berîtan Sarya” ku di binçavkirina beriya niha de jî jê hatibû pirsîn, dîsa jê hatin pirsîn. Berîtan, di îfadeya xwe de got: “Di binçavkirinên din de jî jî ev hesab ji min hatibû pirsîn. Lê tu eleqeya vê hesabê bi min re nîne. Hesabên ku aîdî min wêneyên min hene û dema hûn di motora lêgerînê ya înternetê lê geriyan tê dîtin.”   Îfadegirtina kesên din ên di binçavan de didomin.