Li dijî êrişên li hemberî Şengalê dê dakevin qadan 2021-08-16 16:18:29      NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa li hemberî Şengalê de 2 kes jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bû. Derbarê êrişê de êzidiyên li Elmanyayê dijîn dê li gelek bajaran dakevin qadan.    Îro balafirên Arteşa Tirk di saet derdora 12.00’an li Sûka Kevn a Şengalê bombe barand. Di encama êrişê fermandarê Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan û 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn.    Derbarê êrişê de Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Her wiha êzidiyên ku li Elmanyayê dijîn jî dê êvarê li Berlîn, Hannover, Oldenbûrg, Bîelefeld, Saarbrucken û Wesel-Emmerîchê dakevin qadan.   'Em ê gelê xwe biparêzin'   Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê wiha ye: "Îro li navenda Şengalê di rêya sûka kevin de wesayîtek me ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta tirk ve hat hedefgirtin. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd ketin, 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn. Ev êrîşa faşîst-qirker a li hemberî civaka êzîdî ne cara yekemîn e, ev êrîşên dewleta Tirk, berdewamkirina qirkirina civaka êzidî ye. Li hemberî mafên êzidiyan, li hemberî xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye.   Beriya 3 salan çawa ku hevalê Mam Zekî ji hêla dewleta faşîst a Tirk ve hat hedefgirtin, îro Heval Saîd jî bi heman armancê hat hedefgirtin. Heval Seîd, bi salane ji bo civaka  êzîdi bikaribe xwe rêxistin bike, pêşengtî kiriye. Ji bo ku civaka êzidî xwe biparêze fermandarî kiriye. Di fermanê de jî li hemberî êrîşan di eniya pêş de rola esasî lîstiye. Her wiha ji bo ku karibe êşên civaka êzidî di qada siyasî de bide nîşandan, bû zimanê gelê xwe. Ji bo parastina êzidiyan bû hêza baweriya gelê xwe.   Em bang li hemû gelê me yê Êzidî, gelê me yê kurd, mirovên bi rûmet dikin ku li hemberî êrişên faşîst dengê xwe bilind bikin, xwedî li şehîdan derkevin. Soza me ji Şehîd Seîd, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Îsa re ew e ku em xeyalên wan ên Şengala azad, demokratîk û xweser pêk bînin û gelê xwe biparêzin. Em soz didin ku em ê li ser şopa şehîdan serkeftinê mîsoger bikin."   Li Elmanyayê êzidî dê dakevin qadan    Êzidiyên li Elmanyayê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Şengalê kir wê dakeve qadan. Îro êvarê wê li Berlîn, Hannover, Oldenbûrg, Bîelefeld, Saarbrucken û Wesel-Emmerîchê çalakî bên lidarxistin. Koordînasyona Civaka Êzidî bang li her kesî kir ku tevlî van çalakiyan bibin. Koordînasyonê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyan eşkere kir û bang li gelê Kurd bi taybetî jî Êzidiyan kir ku dakevin qadan.