28 kesên ku li Edenê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2021-08-16 14:46:04     EDENE - Li Edenê di 13'yê tebaxê de 28 kes hatibûn binçavkirin û îro serbest hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin de di 13'yê tebaxê de polîsan bi ser gelek malan de girt. 28 kesên ku li emniyetê îfade dan sewqê edliyê hatin kirin. 10 kes li dozgeriyê û 18 kes jî bi şerta kontrola edlî sewqê Dadgeriya Ceza a Sulhê ya Edeneyê hatin kirin. Li vir jî bi heman şertê 18 kes serbest hatin berdan.