Malbata Şenyaşar: Em 161 roj in li ber edliyê li ber xwe didin 2021-08-16 13:56:32     RIHA - 161 roj in nobeta "Edaletê" ya malbata Şenyaşar didome. Di çalakiya îro de malbata Şenyaşar wiha got: "Ji bo maf, hiqûq û edaletê 161 roj in em li ber Edliyeya Rihayê li ber xwe didin."    Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku hevjin û du kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar xelas bûbû, di roja 161'emîn de didome. Emîne û Ferît serê sibê carek din hatin li ber edliyê li vir dest bi çalakiya xwe kirin. Her wiha parêzerê malbatê Mehmet Alî Arslan jî îro tevlî çalakiyê bû.    Ligel germahî û nexweşiya xwe dîsa jî Emîne Şenyaşar çalakiya xwe didomîne. Emîne destnîşan kir ku heta ku kurê wê Fadîl Şenyaşar neyê berdan dê tedawî nabe. Emîne, wiha bal kişand ser astengiyan: "Ketina me ya li avahiya Edliyê hatiye qedexekirin. Dozger xwe vedişerin. Heta niha 8 dozger hat guherdin. Kurê min girtiyê lê kujer hêj li azad in. Zarokên min li nexweşxanê qetilkirin. Yê din jî girtin û cezayê perê dayînê didin me. Gelo ev ne zilm e?"   Parêzer Mehmet jî da zanîn ku 3 sal derbas û û got: "Hêj jî biryara nepeniyê heye li ser dosyayê. Ev tişt li dijî qanûnê ye. Divê demildest dosya vebe. Her wiha 8 dozgerên ku doz dişopandin hatin guherdin û dozger bi malbatê re hevdîtin pêk nayne. Daxwazên malbatê hene û 161 roj in li vir in. Divê sazî û dezgehên hiqûqî, saziyên sivîl piştgiriyê bidin malbatê."    Her wiha malbatê li ser medyaya dijîtal vê peyamê da: "Ji bo maf, hiqûq û edaletê 161 roj in em li ber Edliyeya Rihayê li ber xwe didin. Heta ku yên li li nexweşxaneyê sûcê mirovahiyê kirin dernekevin ber darazê û hesab nedin, em ê li mala xwe rûnenin."