Li Qoserê hevdîtina ‘Dema azadiyê’ hat taloqkirin 2021-08-16 12:57:25     MÊRDÎN - Hevdîtina gel a "Dema azadiyê" ya ku sibê li Qoserê bihata lidarxistin ji ber rêjeya şewba koronayê li navçeyê derketiye asta herî jor hat taloqkirin. Rêxistina HDP'ê ya navçeyê da zanîn ku tenduristiya gel ji bo wan girîng e.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP), bi dirûşma "Dema azadiyê" li bajaran hevdîtinan pêk tîne. Li Qosera Mêrdînê jî di 17'ê tebaxê de ango sibê hevdîtina gel pêk bihata. Ji ber zêdebûna nexweşiya virûsa koronayê (Covîd-19) hevdîtin hat taloqkirin.    Derbarê taloqkirinê de Komîteya Amadekar daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Qoserê ji hêla hevserokê navçeyê Qadîr Işik ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 17'ê tebaxê ango sibê bi dirûşma ‘Êdî bes e, dema azadiyeyê' me xwest em bi gelê xwe re ben cem hev. Me ji bo vê bernameyê bi rojane em dixebitin.    Lê mixabin wek hûn dizanin bi taybetî jî li navçeya me Qoserê rêjeya şewba koronoyê derketiya asta herî jor. Tenduristiya gel ji bo me girîng e. Em dibêjin di serî de tenduristî. Ji ber wê sedemê jî em neçarman ku bernameya xwe taloq bikin. "