Îfadeya 58 kesên ku hatin binçavkirin tê girtin 2021-08-16 12:31:25     AMED -  Nûçegîhana me Berîtan Canozer jî di nav de 58 kesên ku ji roja înê ve hatibûn binçavkirin, îfadeyên wan li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tê girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya dijîtal bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13'yê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana me Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kes binçav kiribûn. Ji ber biryara nepeniyê, parêzer xwe nagihînin hûrgiliyên dosyayê. Sînordarkirina parêzeran piştî 24 saetan bi dawî bû û parêzer xwe gihandin muwekîlên xwe û bi wan re hevdîn kiribûn. Li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê nûçegîhana me Berîtan Canozer jî di nav de dest bi îfade girtina 58 kesî hat kirin.    Navê kesên ku li Amed û navçeyên wê hatine binçavkirin wiha ne: Berîtan Canozer, Kadîr Bayram, Ferhat Azan, Gulîstan Yilmaz, Umît Akbiyik, Çetîn Temel, Rojîn Varhan, Serhat Sonmez, Kadrî Şîmşek, Aytaç Eles, Sohbet Yildiz, Dîcle Ayaz, Mustafa Kurt, Osman Karaaslan, Baver Onerari, Umît Akpinar, Mehmet Alî Tekmîr, Mehmet Noyan, Ozlem Oncel, Zîlan Dag, Mehmet Emîn Fîrak, Mehmet Emîn Gurcu, Abdullah Çapraz, Haci Tahîr Faziloglu, Zemîrhan Yilmaz, Mehmet Kurt, Osman Karaaslan, Yusuf Ateş, Mazlum Çîçek, Metîn Şengul, Yakup Malçok, Mustafa Kolakan, Mehmet Atik, Mehmet Selam Balta, Îsa Uzunboy, Nadîr Karakoç, Erkan Eren, Eyup Orak, Kerem Çetîn, Suleyman Varlu, Mazlum Kardaş, Suleyman Bayram, Şîrîn Aslan, Muhammed Bozkir, Sedat Aydin, Berat Oturmak, Kemal Guneş, Serhat Ataş, Firat Uluişik, Ahmet Aladag, Rehber Demîr, Mehmet Aydin, Cahît Îganli, Umut Tursun, Diyar Orak.