Li Mexmûrê koma 122'yemîn greva birçîbûnê dewir girt 2021-08-16 11:06:59     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 122’yan çalakî dewir girt. Çalakiya greva birçîbunê 242 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 242 roj in bi awayek biryardar berdewam dike îro koma 122’yan çalakî dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin.   Li ser navê koma 121’an Hekîm Teymur axivî û got: "Em di serî de cejna vejînê li Rêber Apo, gerîlla û hemû gelê welatparêz pîroz dikin. 15’ê Tebaxê di têkoşîna Gelê Kurd de rojekî herî girîng girtiye. Fîşeka yekem  ya şerê çekdarî di pêşengiya Heval Egîd de, di rastiya xwe de fîşeka di mejiyê kurdê bi sedan salan di xewa mirinê de bûn, hat teqandin.    Kurdên ku piştî 28 serhildanan hatibûn bêdeng kirin, hatibûn perçiqandin û ji rastiya wan hatibûn dûrxistin ji nû ve bi felsefeya Rêber Apo bi ser xwe ve hatin û ji nû ve li ser koka xwe şîn bûn. Bi tekoşîna dehan salan gelek berdêl bûn xwedî gelek destkeftiyên mezin, têkoşîn û berxwedana ku niha li Mexmûrê jî tê meşandin bi saya vî rihê 15’ê tebaxê ye. Ji ber ku hêz û îradeya xwe ji heman felsefe û heman dozê digire. Li ser vî esasî careke din cejna vejînê li Rêber Apo û hemû Gelê Kurd pîroz dikim."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gelê kurd" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.