Li Şirnexê 8 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2021-08-16 08:44:51     ŞIRNEX - 8 kesên ku li Şirnexê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.    Li navçeya Cizîra Şirnexê di 14'ê tebaxê de polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtibûn û 8 kesî binçavkiribûn. Duh 8 kesên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Her wiha 2 kesên ku duh li Silopiyê hatibûn binçavkirin dê îro îfadeyên wan bên girtin.    Navên kesên ku serbest hatin berdan: Bêrîvan Sonmez, Abdullah Ozkan, Cemal Îneç, Kasim Uca, Zîver Elçî, Abdulhakki Erol, Nurettîn Uçkaç û Nîhat Acar.