Li Qers û Erziromê lehî rabû 2021-08-15 12:50:52     QERS/ERZIROM - Ji ber barana zêde li navçeya Îdê ya Erziromên û li navçeya Qamûşan a Qersê lehî rabû. Ji ber lehiyê xesar gihîşt gelek mal û axuran. Gelek sewal bi lehiyê re çûn.    Li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Îdê ya Erziromê, ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber barana zêde ji bo demekê rêya di navbera navçeyên Oltî û Îdê yên Erziromê de ji çûn û hatinê re hat girtin. Li gundê Mjingerd ê navçeya Qamûşan a Qersê jî lehî rabû û xesar gihîşt mal û axuran. Li gund du wesayîtan bi lehiyê re çûn û 30 dewart telef bûn. Her wiha pireke li ser çemê gund jî hilweşiya.