Çalakvanên Mexmûrê: Em ê bi ser kevin 2021-08-15 11:17:23     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi koma 121’an di roja 241’an de berdewam dike. Jinên ku hatin serdana çalakiyê gotin: "Eger ku baweriya me xurt be em ê bê guman bigihin serkeftinê û dê serkeftin ya me be."    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku bi awayek biryardar berdewam dike bi koma 212’an 241 roj in didome. Çalakiya greva birçîbunê ku hatiye destpêkirin her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin.    Di merasîma seredanê de li ser navê girseya gel Cemîle Korkmaz axivî û got: "Cejna vejînê li Rêber Apo û gelê Mexmûrê pîroz be. Heya niha hemû çalakiyên ku ji aliyê gel ve hatine lidarxistin bê encam derbaz nebûne û derbaz nabin jî. Eger ku baweriya me xurt be em ê bê guman bigihin serkeftinê. Li ser navê gelê amade em serkeftin ji çalakiya were dixwazin."   Li ser navê çalakvanan jî dayika Helîm Bulut xerhatina gel kir û wiha axivî: "Di serî de em cejna vejînê li rêbertiya xwe, partiya xwe, gerîlayên xwe û hemû gelê welatparêz pîroz dikîn. Divê gelê me di pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ de li her derê ji bo serhildan û çalakiyan amade be û tevlîbuna xwe çêke, ji ber ku em ji hemû deman zêdetir nêzî serkeftinê ne û em ê serbikevîn."