Şukriye Koç: Li girtîgeha Giresûnê girtî bi koronayê ketin 2021-08-15 09:38:53     MÊRDÎN - Malbatên girtiyan ji ber belavbûna virûsa koronayê û tedbîr negirtina rayedaran a li girtîgehan bi fikarin. Dayika Şeyhmûs Koç ê girtî Şukriye Koç, diyar kir ku li Girtîgeha Giresûne girtiyên ku bi koronayê ketine hene û rayedar xemsar nêzî mijarê dibin.   Li girtîgehan polîtîkayek taybet ên keyfî tên meşadin, her girtîgeh li gorî xwe tevdigere û xizmetê dide heman hişmendiyê. Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafan, girtiyên siyasî 262 roj in girtiyên li herêm û Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de nin. Girtî li hemberî her şert û mercan li ber xwe didin.    Her wiha ji ber xemsariya rayedarên girtîgehan vîrûsa koronayê (Covîd-19) belav dibe. Dayika Şehmûs Koç ê girtî Şukriye Koç, da zanîn ku li Girtîgeha Giresûnê girtî bi koronayê ketine. Şukriye derbarê berxwedana girtiyan a li hemberî binpêkirina û rewşa heyî de nêrinê û fikarên xwe ji ajansa me re anî ziman.    ‘Girtiyên nexweş ji malbatê tên îzole kirin’   Şukriye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xemsariya rayedarên girtîgehê û got: "Di nav bihezaran girtiyên siyasî de girtiyên nexweş, zarok û kal hene. Em ji derve bi van derfetên heyî nikarin xwe ji nexweşiya koronayê biparêzin. Gelo girtî dê di nav çar dîwaran de, di nav wan şert û mercan de dê çawa bikaribin xwe biparêzin? Di destpêka şewbê de li hemberî girtiya cudakarî kirin û girtiyên edlî serbest berdan. Girtiyên siyasî hatin tecrîdkirin. Ewlehiya wan girtiyên siyasî nîne. Bi navê parastina ji şewbê girtî hatin tecrîd kirin. Ji malbatan hatin îzolekirin. Ji derve hatin îzolekirin û şert û mercên wan hatin lewaz kirin. Niha li koguşa ku 16 kes lê dimînin de nexweşên bi koronayê ketine hene û tedbîr jî nayên girtin."    ‘Bila herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe’   Şukriye diyar kir ku li dijî tecrîdê 262 roj in girtiyên siyasî li ber xwe didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku diçe tecrîd ji tê girankirin. Em weke malbatên girtiyan hertim dibêjin heta tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li ser girtiyên siyasî neyê şkandin em ê dev ji têkoşînê bernedin. Rêya çareseriya Rojhilata Navîn jî bi şikandina tecrîdê û azadiya wan re pêkane. Em vê hertim dibêjin û em dubare dikin. Pêwîste hemû gel ji li dijî tecrîdê sekna xwe nîşa bide. Pêwîste em mil bi mil têbikoşin."   ‘Têkoşîna wan bi hêz bikin’   Şukran, destnîşan kir ku di encama siyaseta ku tê meşandin de girtîgeha bûne baregeha êsîran û wiha bertek nîşan da: "Qanûn û biryarên ku wan dane jî ji zarokên me re zêde dibînin. Lê bê guman her çiqas tundî û tecrîd hebe jî bila were zanîn ku em zarokên xwe bi tenê nahêlin. Weke ku me ji van yekan fêmkiriye jî zarokên me têkoşîna mirovahiyê didin. Îro tê xwestin ku têkoşîna wan bi van hincetan were şikandin. Pêwîste em vê têkoşîna wan bi tenê nehêlin û bi hêz bikin. Ez bang li gel dikim ku rabin ser piyan."