Li Mêrdînê 3 jin hatin binçavkirin 2021-08-15 09:11:01     MÊRDÎN - Hevseroka HDP'ê ya navçeya Dêrikê Selma Ozturk jî di nav de li Mêrdînê 3 jin hatin binçavkirin.   Li navçeyên Dêrik, Stewr û Mîdyata Mêrdînê polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girt. Hevseroka navçeya Dêrikê Selma Ozcan,  ji Stewrê endama HDP'ê Dêrsîm Yavuz û ji Mîdyadê jî Teodora Ozdemîr û Yuhana Aktaş hatin binçavkirin. 3 jin û bi tevahî 4 kes hatin binçavkirin.