ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-15 09:00:00     *Fatma Yildiz ku ji bo debara xwe bike tezgah vekir û berhemên keda destê xwe difroşe, diyar dike ji ber temenê mezin zehmetiyan dikşîne û got qezenc têr nake lê neçare bixebite. BI DÎMEN    *Dildara Mor Çati Ezgî Çelîk got di têkoşîna li dijî şîdeta li hember jinê de dewlet xwedî berpirsyariye û got li Tirkiyeyê polîtîkayên ku jinan mahkumê malê û şîdetê dike, bilind bûne.    * Civaknas Gulîstan Yarkin balkişan ser êrîşên nîjadperest yên li hember kurdan û got: “Dema mirov li van êrîşan dinêrin, hincetên wek, axaftina bi kurdî, dengdayîna ji bo HDP’ê, ji ber ku kurdbûn tê ziman, ji ber kurd serî natewînin û ji ber kurdbûnê, dertên pêş.”   *Malbatên girtiyan ji ber belavbûna virûsa koronayê û tedbîr negirtina rayedaran a li girtîgehan bi fikarin. Dayika Şeyhmûs Koç Şukriye Koç, diyar kir ku li Girtîgeha Giresûne girtiyên ku bi koronayê ketine hene û rayedar xemsar nêzî mijarê dibin. BI DÎMEN