Pervîn Bûldan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û demokrasiyê heye 2021-08-14 22:25:39   ÊLIH - Li Êlihê mîtînga "Dema Azadiyê" bi çoşek mezin bi dawî bû. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku pêdiviya vî welatî ji aştî û demokrasiyek civakî heye û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene lê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e divê teqez bê çareserkirin. Bi tunehesibandina kurdan  ev pirsgirêk nayê çareserkirin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de li Êlihê bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) mîtîng li dar xistin. Mîtîng li Qada Newrozê ya li taxa Baglarê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir hate kirin. Koma Gule Xerzan û Hunermend Şerzat jî derketin ser dikê. Lê belê ji têketina amûrên muzîkê yên hunermendan re destûr nehat dayîn.   Qada mîtîngê bi alên HDP'ê hate xemilandin. Her wiha li qadê pankartên "Riya me riya azadiyê ye", " Serkeftin ya me ye",  "Em HDP ne li her derê ne" , "Me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan ser bikevin" hate daliqandin. Girseyê bi coşeke mezin dirûşmên "Bijî Serok Apo", "HDP gel e gel li vir e", "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî" berz kirin.   Her wiha di qadê de wêneyên Abdullah Ocalan jî hatin wergirtin û girseyê gelek caran dirûşmên  "Azadî ji bo Ocalan", "Bê serok jiyan nabe" berz kir.    'Gelê kurd nêzî serkeftinê û azadiyê ye'   Di destpêka mîtîngê de Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û destnîşan kir gelê kurd nêzî serkeftin û azadiyê ye. Keskîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî hûn jî dizanin em demek dirêj li Kurdistan û li Tirkiyeyê li hemberî tecrîdê, neheqî û qirkirinê têdikoşin. Em dibêjin dem dema azadiyê ye û îro gelê kurd ji bo bidestxistina azadiya xwe di dewranek herî girîng de ne. Gelê kurd hêza têkoşîn û berxwedana xwe mezin kiriye. Îro gelê kurd sîyaseta Tirkiyeyê û cîhanê diyar dike. Gelê kurd doza mafê azadiya xwe mafê serxwebûna xwe dike. Zîhniyeta AKP'ê û MHP'ê dixwaze bi polîtîkayên qirêj pêşiya gelê kurd bigire. Loma ewilî tecrîdek giran li ser birêz Ocalan dide meşandin. Heke hûn bixwazin çareseriyê bikin derî li Îmraliyê ye. Dem dema azadiya birêz Ocalan e. Gelê Êlihê îro li vê qadê ronahiya gelê kurd nîşan dide, azadiya birêz Ocalan dixwaze. Ew desthilatdar dixwaze îradeya me ji hevdu qut bike. Lê em her ku diçe mezintir dibin. Gelê kurd nêzî serkeftinê û azadiyê ye. Em di sekna aştî û demokrasiyê de ne lê ew di sekna biryara şer, sekna qirkirina gelê kurd de ne."   'Em HDP'î li her derê ne'   Di dewamiya mîtîngê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û gelê Êlihê silav kir. Pervîn got: "Em bi şîara "HDP'î li her derê ne" li her hêlên Tirkiyeyê ve hevdîtina gel dikin û îro jî li Êlihê ne. Em rihê gelê Êlihê ya berxwedêr û  têkoşer dizanin û nas dikin. Êlih li dijî hemû zilm û zordariyê derdikeve û li îradeya xwe û partiya xwe re xwedî derdikeve. Em jî ji bo ku îro li gel we ne  şanaz in."   'Pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka kurd e'   Pervîn anî ziman ku yek ji pirsgirêkên Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka kurd e û wiha axivî:  "Em wek HDP'î baş dizanin ku di vî welatî de pirsgirêka kurd encax bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin. Li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene lê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e divê bi teqez bê çareserkirin. Bi tunehesibandina kurdan  ew pirsgirêk nayê çareserkirin. Li dijî kurdan tenê sîyaseta dijminatiyê tê meşandin lê em ji tu kesan re dijminatiyê nakin. Em li gel jinan e, li gel ciwanan e û li gel kedkaran e."   Pervîn berdewamiya axaftina xwe de wiha got:   "Di vî welatî de heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin ne demokrasî ne aştî ne jî aramî tê. Loma  teqez divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Mafê Birêz Ocalan ê hevdîtina parêzer û malbata xwe re divê bê bicihanîn.  Tecrîda Birêz Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin û bi zîhniyetek herî qirêj ew tecrîd tê meşandin.   Pêdiviya vî welatî ya herî mezin aştî û demokrasî ye   Pêdiviya vî welatî ya herî mezin aştî û demokrasî ye. Bi vê desthilatdara mewcûd nayê birêvebirin. Ji bo birêvebirina vî welatî pêwistî bi hêzên demokrasîyê heye. HDP jî yek ji wan hêzek e. Em amade ne ku vî welatî bi rê ve bibin. Ji bo pêşeroja me , ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi awayekî demokratîk û ji bo pirsgirêkên ku tê jiyandin divê bi lez û bez ji vî welatî re aştî û demokrasî were."   Em ê AKP'ê bişînin ber derî   Em li benda hilbijartinê ne û dê AKP'ê ji vê desthildariyê  bişînin. Ez bang li kesên ku rayên xwe didin AKP'ê  dikim. Bes êdî rayên xwe nedin AKP'ê. Di 20 salan de serdema AKP'ê têra xwe êş û jan da vî gelî. Êdî wextê AKP'ê qediyaye. Hemû bêadeletî û bêhiqûqî hate jiyandin. AKP bû belaya serê vî welatî ya herî mezin. Em ê di hilbijartina zû de  ji AKP'ê xelas bibin.