ÎHD'ê rapora têkildarî êrişa nîjadperest a li Çorumê eşkere kir 2021-08-14 15:27:35   ENQERE - ÎHD'ê di rapora têkildarî êrişa nîjadperest a li dijî malbata kurd a Rihayî ya li Çorumê de da zanîn divê kesên gotinên nefretê li dijî karkaran dikin bên tespîtkirin û derbarê wan de lêpirsîna zagonî bê destpêkirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî êrîşên li Çorumê yên li dijî karkerên demsalê pêk hat, raporek amade kir. Di rapora xwe de cih da van gotinan: “Eger sorkirina leşker neba, êrîş pêk nedihat.” ÎHD’ê, têkildarî êrîşa nîjadperest a 4’ê Tebaxê ya li gundê Tekkê yê girêdayî Çorumê ya li dijî karkerên demsalî yên Rihayê pêk hat rapora lêkolîna xwe eşkere kir. Şandeya ÎHD’ê, bi karkerên demsalî yên Çorumê re di 6’ê Tebaxê de bi dozger re hevdîtinek çêkirine.   'Dibe heqdestê me jî neyê dayîn'   Di raporê de wiha cih daye vegotinên karkerên bi navê H.Ç, Î. Ç, H.A û O. A: “ Ev 45 roj in ava me ya vexwarinê tune ye, em hewl didin bi wesayîtan bînîn. Xalê keyayê gundê Tekkê çawa hat, li rûyê me qirîya. Ji ber keyayê gund ji me aciz bû, leşker hat û ji me re got: ‘ Hûn ê ji vê derê bar bikin, biterikînin, hûn sergoyê xwe li vê derê dihêlin, herin, em we li vê derê naxwazin.’ Me 5 kesan rapora lêdanê girt. Piştî leşker dîmenên me kişandin, em bûn hedef. Eger sorkirinên wî neban, êrîş pêk nedihat. Ji ber ku ev heft sal in em tên vî gundî û diçîn û hetanî niha tu pirsgirik derneketine. Li heman şevê li gund 500 kes kom bûn, cendirmeyan bi dorpêçê re em ji êrîşan parastin. Ji aliyê girseyê ve çêr li me hate kirin, xwestin ku em ji vê derê derkevin, bi gotina, ‘terorîst bila derkevin’. Ji ber bûyêrê me giliyê wan kir, îfadeyên me jî ji aliyê qereqola ku leşker di bûyerê de rol leyîstî hate girtin. 5 kesan ji ber lêdanê, ji Zanîngeha Hîtîtê rapor girtin. Li gundê ku li dijî me êrîş çêbû, heqdestê me maye, dibe heqdestê me jî neyê dayîn. Di dema lêdanê de leşkeran, nêzî zarokan gaz avête me.”   Tiştên pêwist e bên kirin hatin rêzkirin   Daxwazên heyetê wiha ne:    “Pir girîng e ku hêzên ewlehiyê yên ku mudaxeleya bûyerên civakî dikin, ji zimanê jihevcihêkirinê birevin. Divê derbarê erkdarên ku tê îdîakirin di bûyerê de cih girtine, lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin.   Divê pêdiviyên elektirîk, av, cihê destavê yên karkerên çandiniyê bên peşwazîkirin, qadên ku sergoyên xwe birijînin bê diyarkirin, dîsa tedbîrên alîkar ên derbarê paqijiya derdora konan ji aliyê şaredariyê ve bê girtin.   Divê rayedar, ji bo ên êrîş li ser hatine kirin heqdestê xwe ji gundiyan bigirin, bibin alîkar.   Divê têkildarî gotinên nefretê yên hem di dema êrîşê de ji aliyê gundiyan ve hatî kirin, hem jî  ew kesên ku li ser medyaya dijîtal ev gotin parve kirî bên tespîtkirin û di derbarê wan de lêpirsînek bi bandor, berfireh û zelal bê destpêkirin.     Em ji bo raya giştî radigihînin ku doza lêpirsînê ya  têkildarî êrîşan a dewam dike, dê ji aliyê me ve bê şopandin.”