Dayikên Şemiyê li aqubeta Mehmet Ertak pirsîn 2021-08-14 14:41:13   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 855'emîn de li aqubeta Mehmet Ertak ê di 1992'yan de li Şirnexê di bin çavan de hat windakirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 855’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li der xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, li aqubeta Mehmet Ertak ê di 18’ê Tebaxa 1992’yan de li Şirnexê, dema ji kana komir a lê dixebitî vedigeriya malê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.     'Zarokên min dixwazin goreke bavê wan hebe'   Hevjîna Mehmet Ertak Emîne Ertak, diyar kir ku hevjînê wê 29 sal in winda ye û wiha axivî:"Qet nebe, hestiyên wî bidin me. Bila dewlet derbarê wî de tiştekî ji me re bêje û nîşanî me bide. Zarokên min dixwazin goreke bavê wan hebe. Em ê tu carî dev ji lêgerîna Mehmet bernedin."   'Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin'   Kurê Mehmet Ertak, Servet Ertak jî, da zanîn ku 3 xizmên wan, şahidiya binçavkirina bavê wî kirine. Servet, diyar kir ku tevî hemû agahî, belge û şahidan jî, rayedarên fermî înkar kirin ku bavê wî hatiye binçavkirin û wiha axivî: “Ligel hemû hewldanên malbatê jî, me tu agahî negirtin. Daxwaza me ya herî mezin, darizandina îşkencekaran e. Em ê tu carî daxwaza xwe ya edalet û hiqûqê bi dawî nekin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”    Sûcên dewletê    Ji Mirovên Şemiyê Kivanç Sert metna çapemeniyê ya vê hefteyê xwend û wiha got:"Mekanîzmayên îdarî û darazê, di pratîkên hêzên ewlekariya dewletê yên wekî îşkence, kuştin û windakirina dibin çavan de naxebitin."   Kivanç, bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê dosyayê de biryara mehkûmkirinê da û wiha pê de çû:"Em israr dikin ku dosyeya Ertak bê nirxandin. Endamê JÎTEM’ê Mûrat Îpek di sala 1997’am de îtîraf kiribû ku wî bi fermana Midûrê Emniyeta Şirnexê Necatî Altuntaş û Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Mehmet Kaplan Mehmet Ertak kuştiye û defin kiriye. Lê hemû serlêdanên ji bo Ertak hatin kirin, bê encam man. DMME’yê jî hikumet weke berpirsê kuştina Ertak dît. DMME ji ber vê yekê Tirkiye mehkûm kir."   'Qada Galatasarayê ya me ye'   Kivanç, destnîşan kir ku çend sal derbas dibin bila bibin, ew ê dev ji lêgerîna edaletê ya ji bo Mehmet Ertak bernedin û wiha bi dawî kir: “Ev 156 hefte ne, bi awayekê bêhiqûq Qada Galatasarayê li me hatiye girtin. Qada Galatasarayê ya me ye. Em ê dev jê bernedin.”