Agirê li Setkarê bi xwe vemirî li nokteyek din dest pê kir 2021-08-14 12:59:29   ŞIRNEX - Li Gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê, agirê ku duh bi daristanê ket bi xwe vemirî. Lê belê li nokteyeke din dîsa agir dest pê kir.    Li Gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber gulebarana leşkeran duh agir bi daristanê ket.  Welatiyên ku xwestin mudaxaleyî şewatê bikin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Şewata li Setkarê bi xwe vemirî. Lê belê li nokteyeke din dîsa agir dest pê kir.