Li Amedê atolyeya 'Di têkoşîna jinê de rola Rêveberiyên Herêmî' hat lidarxistin 2021-08-14 12:22:08   AMED - Bi pêşengiya Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Meclîsa Jinê ya HDP'ê û bi beşdariya Ayşe Acar Başaran li Amedê atolyeya 'Di têkoşîna jinê de rola Rêveberiyên Herêmî' hat lidarxistin.   Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) atolyeya 'Di têkoşîna jinê de rola Rêveberiyên Herêmî' ya herêmî li dar xist. Pankarta bi nivîsa "Di têkoşîna jinê de rola Rêveberiyên Herêmî" li eywana konferansê ya Odeya Muhendîsên Makînayê  (MMO) hat darvekirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, ji gelek herêman gelek jin û Rêxistinên Civaka Sîvîl beşdarî konferansê bûn.    'Sîstema desthildatdar a mêr li dijî alternatîfê ye'   Ayşeyê ya axaftina vekirina atolyeyê kir da zanîn jinên li berxwe didin dibin hedefa zihniyeta yekperest û got dema ew derbasî sîstema hevserokatiyê bûne zanîbûn dê îktidar tenê wiha lê temaşe nekin. Ayşeyê wiha dewam kir:"Dema em dixwazin alternatîfê biafirînin zihniyeta desthildatdar a mêr li hemberî me disekine. Em ê êrişên AKP-MHP'ê jî bigirin ber çavan û em ê çawa rêveberiyên herêmî ava bikin em ê li ser vêya nîqaş bikin. Ji bo derbasbûyina sîstema hevserokatiyê me gelekî têkoşîn da. Îro ji ber vê têkoşînê Sebahat Tuncel, Figen Yuksekdag di girtîgehê de ne. Em sillavên xwe ji wan re dişînin."   'Me sîstema li cîhanê bi tenê ye meşand'   Ayşeyê bi bîr xist li sê derên pîlot wan dest bi siyaseta hevserokatiyê kirine û wiha domand:"Piştî me li Bazidê hilbijartin qezenc kir me Navenda Piştevaniya Jinê ava kir. Di 2005'an de me têkoşîna kolektif a jinê kir û bi DTP'ê re em derbasî sîstema hevserokatiyê bûn. Aysel Tugluk a ev têkoşîn kir niha di girtîgehê de ye. Lê belê me dîsa têkoşîna xwe dewam kir. Me sîstema li cîhanê bi tenê ye meşand. Me li hemû şaredariyan sîstema hevserokatiyê da meşandin. Bi temsîliyeta ji sedî 40 ya jinê em partiya herî zêde ya parlamenterên wê yên jin hene ye. Em ê îro hem li ser tecrubeyên xwe hem jî li ser kêmasiyên xwe biaxivin."   'Ew dijminên destkeftiyên jinan e'   Ayşeyê da zanîn her çiqas qeyûm tayînî şaredariya hat kirin jî kesên hatibûn hilbijartin siyaseta bi gel re dewam kir û wiha got:"Şaredarî ne tenê ji bo xizmetê ye di heman demê de ji bo avakirina demokrasiya herêmî jî serenaveke girîng e. Sîstema desthilatdar a dijminê destkeftiyên jinê heye. Bi tayinkirina qeyûman, girtina saziyên jinan xwestin xwe di warê sazîbûnê de pêş bixin. Ji bo me mafê xwe yê hevserokatiyê xwest derbarê me de doz vekirin. Em ê aliyên siyasî yên mêr biaxivin. Em ê qewirandina qeyûman a berî hilbijartinê biaxivin. Me şaredarî bar kir malan. Me dest jiyana mirovan da."   Atolye ji çapemeniyê re girtî dewam dike.