Nobeta 'Edaletê' di roja 159'an de didome: Mirovatî vê zilmê qebûl nake 2021-08-14 10:57:07   RIHA - Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ên têkoşîna xwe ya edaletê didomînin gotin:"Mirovatî vê zilmê qebûl nake."   Bi êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz hevjîn û lawên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û lawê Ferît jî bi birîndarî filitî. Nobeta edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 159'an de didome. Ji ber avahiya edliyeyê îro girtîye loma malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe didomîne.    'Mirovatî vê zilmê qebûl nake'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal dîmenê di dema serdana piştgiriyê ya Şaxa Amedê ya Konfederasyona Sendikayan a Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de hatibû kişandin bi vê peyamê parve kir:"3 canên li Nexweşxaneya Dewletê hatine qetilkirin hene. Dev ji siyaset û meqamê berdin hema carekê xwe têxin dewsa me. Mirovatî vê zilmê qebûl nake. Bêedaletî û betonkirin wê welat ber bi karesatê ve bibe û dibe jî. "