Li Dihê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2021-08-14 10:00:24   SÊRT - Li navçeya Dihê 2 zarokên ku ji bo xwe hênik bikin, ketin Çemê Zoravayê jiyana xwe ji dest dan.   Li navçeya Dihê ya Sêrtê 2 xwişkên bi navê Gûlîstan û Hasret Nas do ji bo ku xwe hênik bikin ketin Çemê Zoravayê. Hat diyarkirin ku herdu zarokên ku ketin avê winda bûn. Piştî bûyerê cendirme, tendûriatvanên 112 a lezgîn û ekîpên AFAD'ê çûn cihe bûyerê. Piştî lêgerîna ku hat kirin cenazeyê herdu zarokan hat dîtin.   Ji bo otopsiyê cenazeyên zarokan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê. Her wiha hat zanîn ku cenazeyê zarokan îro li Goristana Şeyh Musa hat definkirin.