Rojnameger Bêrîtan Canozer di 6 salan de 4 caran hat binçavkirin 2021-08-14 09:57:15   Oznur Deger   ENQERE - Ji edîtora rojnameya Evrenselê Meltem Akyol bertek nîşanî binçavkirina nûçegîhana me Bêrîtan Canozer da û wiha got:"Ji ber Bêrîtanê ji bo pîşeya rojnamegeriyê bi biryar e îro dîsa hatiye binçavkirin. Hewildana tarîkirina rastiyan a ji aliyê AKP'ê ve heye." Nûçegîhan Alinterîyê Zarife Çamalan jî wiha got:"Tundiya li ser çapemeniyê tê kirin rûyê dewletê yê zextê derdixe pêş çavan."   Êrişên li Tirkiyeyê li dijî mûxalîfan bandorê li ser rojnamegeran jî dikin. Rojnamegerên di çapemeniya kurd de xwe pêş dixin û pênûsa heqîqetê ya Mûsa Anter û Gurbetelli Ersoz dewir girtine her tên hedefgirtin. Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer a do serê sibehê bi serdegirtina malê hat binçavkirin jî her dibe hedef. Bêrîtana ji 2014'an vir ve faliyetên xwe yên rojnamegeriyê didomîne di nava vê demê de 4 caran hatiye binçavkirin. Bêrîtanê carekê jî hat girtin û derbarê wê de gelek lêpirsînan dest pê kir.    Di 6 salana de 4 caran hat binçavkirin   Bêrîtanê cara yekem di 16'ê Kanûna 2015'an de li Sûra Amedê di dema şopandina nûçeyan de bi hinceta "Bi kelecan e" hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Bêrîtana nêzî 4 mehan girtî ma di rûniştina yekem a dozê de hat berdan. Di 21'ê Çileyê ya 2019'an de Bêrîtanê tevî hevala xwe ya xebatê Bêrîtan Elyakut cara duyem hatibû binçavkirin û piştî îfadeyê hatibû berdan. Di 2020'î de jî parvekirinên wê yên medyaya sanal wekî hincet hat nîşandan û doz lê hat vekirin. Ji vê dozê salek deh meh û 15 rojan cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 5'ê Nîsana 2021'ê de dîsa bi ser mala Bêrîtanê de hatibû girtin û dîsa hatibû binçavkirin. Bêrîtanê piştî binçavkirina 3 rojî bi şerdê kontrola edlî hat berdan. Bêrîtanê tevî binçavkirina do di 6 salan de 4 caran hat binçavkirin.    Edîtora rojnameya Evrenselê Meltem Akyol û nûçegîhana Alinteri Enqere Zarife Çamalan bertek nîşanî binçavkirina Bêrîtanê dan û xwestin demildest bê berdan.    'Ji ber ji bo pîşeya rojnamegeriyê bi biryar e hat binçavkirin'   Edîtora rojnameya Evrenselê Meltem Akyol diyar kir rojnamegerî demeke dirêj e di bin zextan de ye û wiha got:"Ji aliyekî binçavkirin û girtin tên kirin ji aliyekî din ve jî bi sansurê mekanîzmayên cuda tên xwestin bikevin meriyetê. Bi pêvajoya darizandinê rojanemegeran dikin bin zextê. Rojnameger dema pîşeya xwe dikin tundî li wan tê kirin û tên binçavkirin. Hevala me ya rojnameger Bêrîtan Canozer hat binçavkirin. Berê jî bi hinceta 'bi kelecan e ' hatibû binçavkirin. Bêrîtanê ji ber ji bo pîşeya rojnamegeriyê bi biryar e hat binçavkirin. Em dizanin êrişan li ser jinên rojanemger bi Bêrîtanê ne bi sînor e. Li qadan êrişeke li dijî rojnamegeran a zêde dibe heye. Ji 2021'ê vir ve 44 rojnamegerên jin dema li qadê karê xwe dikirin ji aliyê polîsan ve tundî li wan hat kirin û 13 rojnemegerên jin jî dema li qadê dixebitîn hatine binçavkirin. Bi giştînameya emniyet dikare girtina dîmenan asteng bike tundî û zext zêde bûn. Hewildana tarîkirina rastiyan a ji aliyê AKP'ê ve heye. Wekî jinên rojnameger çi dibe bila bibe em ê li dû rastiyê bisekinin. Dema Bêrîtanê derket dê dîsa rojnamegeriyê bike û bibe dengê jin û zarokan. "   'Tundiya li ser çapemeniyê tê kirin rûyê dewletê yê zextê derdixe pêş'   Nûçegîhana Alinteri Enqere, Zarife Çamalan giştînameya pê emniyet dikare girtina dîmenan asteng bike bi bîr xist û diyar kir ev yek ji bo astengkirina girtina mafê nûçeyan e. Zarifeyê da zanîn Tundiya li ser çapemeniyê tê kirin rûyê dewletê yê zextê derdixe pêş çavan û wiha pê de çû:"Êrişên li ser nûçegîhanên jin di heman demê de li dijî sekna wan a jixwebawer, nasnameya wan a têkoşer e. Êrişa li ser nûçegîhanên jin dayina peyamê ya ji bo civakê ye. Çimkî her roj bi dehan jin tên qetilkirin, tecawiz li wan tê kirin lê belê kujerê wan serbest tên berdan. Polîtikaya bêdenghiştina kesên li mafên xwe digerin, rastiyan radigihînin, nûçeyên rast çêdikin heye. Herî dawî di bûyerên şewitandina daristanan de me ev yek dît. Cezayê pere li rojnamegerên nûçeya şewitandina daristanan çêkirin hat birîn."   'Em ê bibin çapemeniya rastiyê'   Zarifeyê da zanîn şaştiyeke biçûk a hatiye kirin jî bê gotin ceza ji bo vê gotinê tê birîn û wiha bi dawî kir:"Binçavkirina Bêrîtanê jî vê yekê nîşan dide. Ev êriş li dijî her kesî hatiye kirin. Ji ber qerta me ya çapemeniyê ya turkuaz tune ye me asteng dikin û tê zanîn wê qertê didin kê jî. Em ê bibin çapemeniya rastiyê, em ê nûçeya rastiyê çêbikin. Em ê îfadekirina rastiyê bidomînin. Çiqasî bigirin bin çavan û zextan bikin jî ew ê nikaribin me bêdeng bihêlin."