Akademîsyen Cavîdan Soykan: Tedbîr neyên girtin wê êrîşên nû bên kirin 2021-08-14 09:06:38   Habîbe Eren   STENBOL - Akademîsyen Cavîdan Soykan diyar kir ku êrîşên nîjadeperest û lînça li hember penaberên Sûriyeyê, ya li Enqereyê, girêdayî polîtîkayê desthilatdariyê ya Sûriyeyê ve tê meşandin û polîtîkaya wan têk çûye. Cavîdanê her wiha daxuyakirin ku li heman taxê êrîş didomin û tedbîr neyên girtin wê êrîş bidomin.   Ji ber Afganên ji Talîban reviyan û koçî Tirkiyeyê kirin, nefreta li hember penaberan û nîjadperestiya zêde bû veguherî êrîşên nîjadperest yên sîstematîk. Mînaka dawî li Altindag a Enqereyê hat dîtin. Li taxa Battalgazîyê di  10’ê Tebaxê de li parqekê di navbera du koman de pevçûn qewimî. Du kes birîndar bûn û yek jê Emîrhan Yalçin ê 18 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Du gumanbar der barê bûyerê de hatin girtin. Lê piştî ku nûçeya ku her du ciwan ji aliyê penaberên  Sûriyeyê ve hatine birîndarkirin belav bû şûnde, li taxên Onder û Battalgazîyê ku piranî Suriyeyî lê dijîn bi sedan kes daketin kolanan. Gelek malbatên Sûriyeyî di 11-12’ê Tebaxê de hedef hatin girtin, mal û kargeriyên wan hatin talankirin, wesayît hatin şewitandin û gelek kes birîndar bûn. Gelek malbatên Sûriyeyî neçar man taxê terk bikin. Li aliyê din jî li şûna polîs pêşî li bûyeran bigire, gumanbaran binçav bikin, rê li ber êrîşên nû vekirin.  Lêkolînera mêvan a li Enstîtuya Xebatên Navbera Çandan û Lêkolînên Koçberiyê ya Zanîngeha Osnabruck a Almanyayê, Dr. Cavîdan Soykan der barê polîtîkaya penaberan a desthilatdariyê û êrîşên tên kirin de nirxandin kir.   ‘Em bi pêla koçberiyê re hatin rû hev’   Cavîdanê daxuyakirin ku ew krîzek aborî dijîn  û ji ber pandemiyê, kargerî hatine girtin, betalî zêde bûye, gelek kes ji ber covîd-19 jiyana xwe ji dest didin, ji ber krîza avhewayê daristan dişewitin û lehî radibin. Cavîdanê wiha dirêjî dayê: “Li ser vê siyaseta tengezar buyî, DYA ji Afganîstanê vekişiya û pêla koçberiyê ya ferzkirî dest pê kir.”   ‘Polîtîkaya penaberan têk çû’   Cavîdanê bal kişand ser Afganên ji Talîban reviyan û hatin Tirkiyeyê û wiha daxuyand: “Di vê mijarê de kêmasiyeke zanînê ya cidî heye. Di vê mijarê de desthilatdarî ne zelal e û ji ber sedemên min rêz kirin, li hember penaberan nêrîneke negatîf heye. Polîtîkaya desthilatdariyê ya Sûriyeyê pir hat rexnekirin. Bi vê polîtîkayê re polîtîkaya penaberan jî têk çû. Piştî 2011’an AKP’ê hesab kir ku rêveberiya Sûriyeyê wê biguhere û Tirkiye neçar ma zêdetir penaberî qebûl kir. Gotin mêvan û xwişk û birayên me. Vê gotinê piştî demekê cihê xwe ji îfadeya ‘penaberên Sûriyeyê’ re hişt. Di encamê de Tirkiye bû welatê herî zêde ji penaberan re malovanî kiriye.”   ‘Ger polîtîka neyê sererastkirin wê êrîş bên kirin’   Cavîdanê her wiha daxuyakirin ku pirsigrêkên di polîtîka û derve de bi welatiyan re rê li ber şikestinekê vekiriye û ya herî girîng jî fatureya krîza aboriyê li penaberan hat birîn û wiha bi lêv kir: “Bi taybet ji bo siyaseta rastgir li dijî penaberî û saziya welatîbûnê her tim wek tehdîdekê hatiye dîtin. Di pirsgirêkên aboriyê de, agahiyên şaş ên weke ‘karê me ji destê me girtin, kirê zêde kirin, dewlet alîkariya aboriyê dide wan, bê ezmûn dikin zanîngehan’ belav bûn. Her tim fature li penaberan birîn. Ger ku di polîtîkaya penaberan de sererastkirinek neyê kirin wê lînç û êrîş zêde bibin.”   ‘Li heman taxê berê jî êrîş hatin kirin’   Cavîdanê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Gotinên siyasetmedaran û nûçeyên çend hefteyên dawî şîdeta nîjadperest a li hember panberan zêde kir. Mixabin wek êrîşên berê, bûyera li taxê hatiye jiyîn, ji sûcê yek kesî derxistine û li hemû Sûriyeyiyan hatiye birîn. Şîdet bi komekê ve hat girêdan, hat krîmînalîzekirin û mal û kargerî kirin hedef. Pêşgirtin pêkan bû. Berê jî êrîş hatibûn jiyîn.”   ‘Pirsgirêka esas ev e ku kesên hatin binçavkirin tên girtin an na’   Cavîdanê daxuyakirin ku ew gelek caran çûye taxa Onder û wiha dirêjî dayê: “Xaniyên hatin hilweşandin ji ber vê erzan bi kirê dan penaberan. Di 2014-2016’an de di hilweşînên hatin jiyîn de me gelek giliyên der barê dizî, xesp û tacîzê de girtin. Digotin ma ji xwe tax tê hilweşandin û bûyerên diziyê aşkera dihatin kirin. Ji ber vê jî kesên di êrîşan de cih digirin di van sûcan de qeyda wan heye û ev mirovan matmayî nahêle. Pirsgirêka esas ev e, gelo yên hatine binçavkirin wê bên girtin an na.”   ‘Dijminahiyê gurtir dikin’   Cavîdanê destnîşan kir ku vegotina mijara penaberan a tenê ji ser polîtîkaya derve, şaş e û wiha pê de çû: “Di polîtîkaya derve de, penaberên 10 sal in li welat dijîn ne berpirsê şaşiyên AKP’ê ne. Divê muxalefet vê baş bibîne. Mixabin gotinên muxalefetê yên ‘em ê di derfeta ewil de wan bişînin’ dijminahiya li hember penaberan girantir û gurtir dike.”   Cavîdanê bal kişand ser koçberiya girseyî ya Afganan û wiha nirxandin kir: “Her ku hejmara eyaletên derbarê rêveberiya Talîban zêde dibin, welatên YE’yê dibêjin wê alîkariyên xwe bibirin. Herî dawî berdevkê wezareta karê derve yê Elmanyayê daxuyanî da. Li welat pirsgirêkên cidî hene. Pevçûn jî lê zêde bûn. Divê Tirkiye ji bo koçberiya ferz a Afgan plansaziyekê bike. Ger ku sînor vekirî bihêlin divê vê di polîtîka hundir de nîqaş bikin. Pêleke koçberiyê ya mezin dibe pêk bê. Divê desthilatdarî bernameyekê bişopîne û zelal be.”