ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-14 09:00:00   *Karkerên jin ên li ser erd dixebitin dan zanîn tevî zehmetiyan dîsa jî ji bo debara xwe bikin dixebitin, têkoşîna jiyanê didin û wiha gotin: "Em ewqas kedê didin lê belê em rojê encax 70-80 TL'yî dikarin bibin malê. Qezenca me têrî misrefa me nake. Ev jî çîroka me ye." BI DÎMEN    *Derbarê berxwedana ku 261 roj in li girtîgehan berdewam dike de, malbatên girtiyan banga yekitiyê kirin û gotin: "Em bibin yek dê tecrîd rabe û em ê azad bibin." BI DÎMEN    *Akademîsyen Cavîdan Soykan diyar kir ku êrîşên nîjadeperest û lînça li hember penaberên Sûriyeyê, ya li Enqereyê, girêdayî polîtîkayê desthilatdariyê ya Sûriyeyê ve tê meşandin û polîtîkaya wan têk çûye. Cavîdanê her wiha daxuyakirin ku li heman taxê êrîş didomin û tedbîr neyên girtin wê êrîş bidomin.   *Ji edîtora rojnameya Evrenselê Meltem Akyol bertek nîşanî binçavkirina nûçegîhana me Bêrîtan Canozer da û wiha got:"Ji ber Bêrîtanê ji bo pîşeya rojnamegeriyê bi biryar e îro dîsa hatiye binçavkirin. Hewildana tarîkirina rastiyan a ji aliyê AKP'ê ve heye." Nûçegîhan Alinterîyê Zarife Çamalan jî wiha got:"Tundiya li ser çapemeniyê tê kirin rûyê dewletê yê zextê derdixe pêş çavan." BI DÎMEN