Pervîn Bûldan û Keskîn Bayindir esnafên Çewlîgê ziyaret kirin 2021-08-13 16:32:22       ÇEWLÎG - Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP ne, li her derê ne” de, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Çewlîgê serdana esnafan kirin.    Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP ne, li her derê ne” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajaran hevdîtina xwe ya gel didomînin. Di çarçoveya kampanyayê de îro bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Çewlîgê esnaf hatin ziyaretkirin.    Her wiha parlementerên HDP'ê Alîcan Onlu, Hişyar Ozsoy, Erdal Aydemîr û rêxistina HDP'ê ya Çewlîgê jî beşdarî serdana esnafan bû. Şande ji hêla esnafan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Di serdanan de pirsgirêkên esnafan hatin guhdarkirin.    Di serdanan de dirûşmên wekî "HDP gel e gel li vir e", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Jin jiyan azadî" û "Wê HDP bi ser keve" hat berzkirin.