Li Amedê 59 kes hatin binçavkirin: Hevdîtina parêzeran hat sînordarkirin 2021-08-13 14:57:32      AMED - Serê sibê polîsan bi ser 104 navnîşanan de girt. Nûçegihana me di nav de 59 kes hatin binçavkirin. Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên hatin binçavkirin sînordar kirin.    Di çarçoveya lepirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de nûçegihana me Berîtan Canozer û rojnamevan Kadîr Bayram jî di nav de polîsan bi ser 104 navnîşanan de girt. Di serdegirtina malan de 59 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de hatiye sînordarkirin û ser dosyayan “biryara nepen” heye.    Navên hin kesên ku li Amed û navçeyên wê hatine binçavkirin wiha ne: Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê Ferhat Azan, Mazlûm Gok, Gulistan Yilmaz, Umît Akbiyik, Çetîn Temel, Rojîn Varhan, Serhat Sonmez, li navçeya Farqînê Kadîr Şîmşek, rojnamevan Kadîr Bayram, nûçegihana me Berîtan Canozer, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Farqînê Kenan Kaydû û Sohbet Yildiz.    Hat diyarkirin ku di dema serdegirtina malê de polîsan li Hevserokê HDP’ê yê Farqînê Kenan Kaydû daye. Hat ragihandin ku hevdîtina parêzeran a zarokên bi navê F.T. , Y.A. û F.K.K. ên hatin binçavkirin û li Şaxa Zarokan Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin hatiye sînordarkirin.