Li Êlihê amadekariyên hevdîtina 'Dema Azadiyê' bi dawî bûn 2021-08-13 14:24:46     ÊLIH - Amadekariyên hevdîtina "Dema Azadiyê" ya ku li Êlihê dihat kirin bi dawî bû û sibê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir hevdîtina gel dê bê lidarxistin.    Di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de wê sibê li Êlihê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevdîtina gel bê lidarxistin. Amadekariyên ku beriya çend rojan ji bo hevdîtinê dest pê kiribûn temam bûn.    Hevdîtin dê li Qada Newrozê ya li taxa Baglarê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir saet di 18.00'an de bê kirin û Koma Gule Xerzan û Hunermend Şerzat jî derkevin ser dikê.