Mexmûrî xwedî li pengava 'Dem dema azadiyê' derdikevin 2021-08-13 13:21:49     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi koma 120’an di roja 239’an de berdewam dike. Şêniyên ku hatin serdana çalakiyê gotin: "Divê em heta dawî li ber xwe bidîn û xwedî li pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ derkevîn."   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 239 roj in berdewam dike her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin.    Li ser navê gîrseya gel Eylem Kara serkeftin ji çalakvanan re xwast û got: “Em di wê baweriyêdene ku wê serkeftin yê Gelê Kurd be. Em serkeftin ji girtiyên azadiyê re jî dixwazin û dibêjin ‘Bê seroka jiyan nabe’.”   Her wiha ser navê çalakvanan jî Fadîle Tok axivî û wiha bal kişand ser berxwedanê: "Tê zanîn girtiyên azadiyê ji 27’ê Mijdara sala 2020’an heta roja me ya îro li hember zilmê di nava berxwedanê de ne. Cardin şervanên me yên ku di çeperê de rumeta Gelê Kurd di parêzîn bi ruhê rêheval Egît û bi hişmendiyê 15’e Tebaxê berxwedaniyek dîrokî û di dîrokê de ne hatiye dîtin raber dikin. Guleya destpêkê ya ku bi dilê neyar û kurdên bê hêvî û bê bawer xist, bûye ruhê serkeftin û azadiyê ji bo Gelê Kurd yê azadîxwaz. Em bi ruhê 15’e Tebaxê dakevin qadan û azadiya xwe misoger bikin. Heya ku em azadiya Rêber Apo misoger nekin pêwîste em rehet nejîn. Em hêvî û baweriya xwe her daîm bi hêz bikin. Bi saya rêhevalên şehîd de em gihiştin azadiya xwe û me ewqasî nirxên pîroz dest xistiye.