Cenazeya Baran a êzidî ber bi Şengalê ve hat oxirkirin 2021-08-13 11:56:16     MÊRDÎN -  Cenazeya Baran Hasan Rasho ya êzidî bi dirûşm û tilîliyên jinan, ber bi Şengalê ve hat oxirkirin.   Zilamê bi navê Serkan O. li taxa Ebşî ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê di 6'ê tebaxê de jina êzidî Baran Hasan Rasho qetil kiribû. Ji bo cenaze bigre bav Alî Hasan Rasho ji Ewropayê hat Mîdyadê. Alî Hasan Rasho di serî de ji bo giliyê xwe bike serî li serdozgeriya Komarê a Mîdyadê da û pişre ji cenazeya Baran girt.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo cenaze bigirin li ber deriyê morgê rawestiyan. Bav Alî li ber deriyê morgê axivî û got: “Em ji zilma DAIŞ’ê reviyan, lewra li Tirkiyê ji em bi heman hişmendiyê re rû bi rû man.”    Piştî bav hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu xwest daxuyaniyê bide lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Jinan li dijî astengiyê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û bertek nîşanî polîsan dan. Feleknas Uca jî axaftinek kurt kir û got: "Êzidî ji ber zilma DAIŞ’ê reviyan hatin vir û li vir jî bi heman hişmendiyê re rû bi rû man. Ferqek tune ye û niha ji heman hişmendî berdewam dike."   Piştî axaftinan cenazeye Baran hat girtin û bi tilîlî û dirûşmeyên ber bi Şengalê ve hat oxirkirin.