Songul Çetin: Dewlet bi dijminatiya li dijî kurdan xwe li ser piyan disekinîne 2021-08-12 09:01:25     KONYA - Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Songul Çetin bal kişand ser êrişên nîjadperest ên zêde dibin û wiha got:"Dewlet bi dijminatiya li dijî kurdan xwe li ser piyan disekinîne. Em wekî HDP'ê mecbûr in li dijî vê yekê xebatên cidî bidin meşandin. Divê ev êrişana nebin sedema tirsê ya ji êrişan divê em bêtir bi hêz bibin û dakevin qadan."   Di meha dawî de 4 jê jin 8 kurd bi êrişa nîjadperest hatin qetilkirin û gelek kurd birîndar bûn. Li Afyon û Antalyayê nîjadperestan li karkerên demsalî yên kurd xistin û li Enqereyê jî 4 kurd bi çekê bi giranî hatin birîndarkirin. Dîsa li Enqereyê jineke kurd û zarokên wê ji ber êrişa nîjadperest mecbûr man koç kirin. Êrişên li ser kurdan ên nîjadperest asta nîjadperestiyê radixîne ber çavan.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Konyayê Songul Çetin têkildarî  êrişên nîjadperest ên zêde dibin nirxandin kir.    Songulê da zanîn mijara êrişên nîjadperest mijareke kûr e û wiha got:"Êrişa li ser malbata Dedeogullari ne munferit e. Ev demeke dirêj e ev êrişana tên kirin. Sedema van êrişana di heman demê de zimanê hukumetê ye. Bi van êrişana jî kurd û tirkan dikin du parçe. Agirên bi daristanên  Antalya, Îzmir, Manisa û Ispartayê ket xistin stûyê kurdan. Bi vê yekê di heman demê de dixwazin gel bidin tirsandin. Ev bi zaneyî tê kirin. Em tim diçin serdana malbata hat qetilkirin. Dibêjin kujer hat girtin lê belê em dîsa jî bi fikar in. Em bûne hedef. Em dibêjin gelo dibe ku hinek werin û me qetil bikin."   'Dewlet bi dijminatiya li dijî kurdan xwe li ser piyan disekinîne'   Songulê da zanîn di nava sîstemê de dijminatiyeke cidî ya li dijî gelê kurd heye û wiha got:" Dewlet bi dijminatiya li dijî kurdan xwe li ser piyan disekinîne. Em wekî HDP'ê mecbûr in li dijî vê yekê xebatên cidî bidin meşandin. Divê ev êrişana nebin sedema tirsê ya ji êrişan divê em bêtir bi hêz bibin û dakevin qadan. Zihniyeta AKP-MHP'ê wekî turk-sunî dixwaze yên wekî wan nafikirin asîmîle bike. Tenê tirkiye dikare bi parastina maf, bawerî, nirxên hemû gelan xwe rizgar bike. Divê zagoneke nû amade bike û bêje 'Em ji rêya ne rast diçin rêya rast rêya demokratîk, adîl, aştiyane ye.'"   'Divê em netirsin em dakevin qadan'   Songulê anî ziman çiqasî bê xwestin HDP bê terorîzekirin jî ew ê rojekê erdîngariya tirsê hilweşe û wiha bi dawî kir:"Roj ne roja tirsê ye. Kurd niha hêza lokomotîf a Tirkiyeyê ye. Ne kurd bin kes nikare bê îktidarê, kes nikare bi ser bikeve, Tirkiye nikare azad bibe. Dewlet bi hêza me dizane. Divê em jî vê hêza xwe baş bi kar bînin. Divê em netirsin em dakevin qadan."