Dê cenazeya Baranê bibin Şengalê 2021-08-11 17:12:33   MÊRDÎN - Malbat jina êzidî Baran Hasan Rasho ku li navçeya Midyadê ji aliyê zilamekî ve hatibû qetilkirin, wê cenazeyê keça xwe bibe li Şengelê defin bike.      Zilamê bi navê Serkan O. li taxa Ebşî ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê, jina êzidî Baran Hasan Rasho qetil kiribû. Cenazeyê Rasho li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê t^eragirtin. Serdozgeriya Komarê ya Midyadê derbarê qetilkirina Baran lêpirsîn da destpêkirin. Di encama hevdîtinên ku bi Sefaretxaneya Iraqê re hatin kirin de têkilî bi malbata Baran re hat danîn. Hat hînbûn ku wê di rojên pêş de malbata Baran bê Mêrdînê û cenazeyê keça xwe bigire û bibe Şengalê.    Li aliyê din hat diyarkirin ku wê malbata Baran zarokê Baranê yê niha tê parastin jî bi xwe re bibe. Ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqerê Dîlan Koç, diyar kir ku wê lêpirsîna ji bo qetilkirina Baran bişopînin û ji bo faîl cezayê herî giran bigire têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.    Malbata Baranê di sala 2014'an de ji ber êrişên DAIŞ'ê ji Şengalê hatiye Amedê û piştî demekê derbarê wargeha penaberan a Midyadê bûye. Piştî girtina wargeha penaberan a li Midyadê malbata Baran Rasho derbasî Ewropa bûye. Lê Baran derbasî Ewropa nabe û ew û hevjînê xwe dev ji hev ber didin û bi zarokê xwe re li Midyadê dijî. Piştî bûyera ku li taxa Ebşî ya Midyadê pêk hat, faîl Serkan O. dema ku hewl da bireve navenda Midyadê hat girtin. Di îfadeyên xwe yên cendirmeyan de cînayetê li xwe mikûr hat û sûcdariyan li Baran Rasho kir û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Di otopsiyê de derket holê ku Baran bi 4 guleyan hatiye kuştin.