Huda Kaya çû serdana çalakiya nobeta 'Edaletê' 2021-08-11 16:43:43   RIHA - Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, çû serdana çalakiya nobeta 'Edaletê' ya Emîn û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 156 roj in didomîn.    Serdanên piştgiriyê yên ji bo Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin didomin. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar îro tevlî çalakiyê nebû. Tenê kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar di roja 156'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya wan a malbatî kir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bi malbata xwe re serdana Ferît Şenyaşar kir. Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku dosya Malbata Şenyaşar dişopînin jî bi Kaya re serdana Ferît Şenyaşar kirin.    'Em ê li têkoşîna ji bo edaletê xwedî derkevin'   Huda Kaya, li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî da û ev tişt got: "Zilm li Malbata Şenyaşar hat kirin. Em careke din dubare dikin ku em ê li têkoşîna wan a ji bo edaletê xwedî derkevin. Heta ku hemû berpirsyar hesab bidin em têbikoşin." Piştî Hudayê, Ferît Şenyaşar jî têkildarî nobeta wan û astengiyên ku ji wan re tên derxistin axaftin kir. Piştî axaftina Ferît Şenyaşar, Hudayê û bi malbatê re ji bo demekê nobet girt û piştre ji ber Edliyeya Rihayê veqetiya.